Li Samsûnê karkerekî jiyana xwe ji dest da 2021-01-30 12:55:11   SAMSÛN - Li navçeya Îlkadimê karker Emre Horasan ku hêsinê bi qasî 2 ton û nîv giran bi ser de ket,  jiyana xwe ji dest da.   Emre Horasan (37) ku li kargeha pîşeya makîneyê ya li Taxa Toybelen a navçeya Îlkadimê ya Samsûnê weke kelijker dixebitî, hesinê bi qasî 2 ton û nîv giran bi ser de ket. Li ser îxbara hevalên wî, tîmên tenduristiyê hatin cihê bûyerê, mudaxaleya ewil kirin û ew rakirin Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Samsûnê. Li gel hemû mudaxaleyan ku hatin kirin jî Horasan li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.