262 roj in ji bo karê xwe li ber xwe didin 2021-02-03 09:01:10 MÛGLA - Li Mûgla Mîlasê 11 karkerên ku ji ber şert û emrcên giran û xirab mafê xwe yê "neşixulandinê" bi kar anîn ji kar hatin derxistin, 262 roj in li ber kargeha madenê li ber xwe didin.  Li navçeya Mîlas a Mûglayê 11 karkerên endamên Sendîkaya Nakiliyat-Îş'ê yên di Madena Komurcuoglû/Çinartaşiyê de dixebitîn, ji ber şert û mercên giran û xirab mafê xwe yê "neşixulandinê" bi kar anîbûn û ji ber vê di 17'ê Gulana 2020'î de bûbûn endamên Sendîkayê û a din a rojê ji kar hatibûn derxistin. Karker jî ji bo ku vegerin ser karên xwe dest bi çalakiyê kiribûn. Çalakiya karkeran a li ber kargeha madenê 262 roj in didome.    EM LI BER XWE DIDIN    Karker Kadîr Ozdemîr ku 4 salan di kargeha madenê de xebitiye û ji kar hatiye derxistin, anî ziman ku 30 rojî li ser hev bêyî destûr hatine şixulandin û zêde mesaî kirine. Ozdemîr ku ajovanê TIR'a madenê bû, diyar kir ku gava ji ber pandemiyê qedexeya derketina derve hebû heqê wan nedihat hesibadin. Ozdemîr, bilêv kir ku ji bo nanê xwe 262 roj in li ber xwe didin û got: "Di vê pêvajoyê de Sendîkaya Nakliyat-Îşê alîkariya me kir. Ez zewicandîme û sê zarokên min hene. Di vê pêvajoyê de me pir zehmetî kişand. Roj hebû diçim karê rojane. Car carinan hevjîna min jî diçe karên rojane. Em bi vî awayî debara xwe dikin. Ji bo em vegerin ser karê me me ew dan ber dadgehê. Dadgeh didome. Heya ku em venegerin ser karê xwe dê têkoşîna me ya hiqûqî bdome. Ez 4 salan xebitîme. Em tenê ketine etra karê xwe û keda xwe. Em dixwazin heqê xwe bi dest bixin."    TÊKOŞÎN   Karker Nîhat Kaynar ê 39 salî jî şîrketa lê dixebitîn di warê mirina karkeran û xespkirina mafan de sicîla wê nepqaij e. Kaynar, diyar kir ku ajovanê TIR'ê bûye û gava dixebitîn di warê ewlehiya kar de tevdîr nedihatin girtin. Kaynar got: "Di dema pandemiyê de qedexeyên derketina derve dest pê kirin. Gava me dest bi kar dikir, kardêr seferên em zêde dikir. Jixwe şert û mercên xebatê giran bûn. Em dawiya hefteyê jî dixebitîn. Ji ber ku xebateke bêhiqûqî li me dihat ferzkirin me jî da dû heqên xwe. Em jî wekî her karkerî bûn endamên sendîkayê. Em di 17'ê Gulana 2020'an de bûne endamên Sendîkaya Nakliyat-Îşê û a din a rojê em ji kar hatin derxistin."    Kayanr, diyar kir ku di vî warî de têkoşîna wan a hiqûqî didome û danişîna wan a dozê dê di 8-28'ê Nîsanê de bê lidarxistin.    'EM Ê DEV JÊ BERNEDIN'   Karker Soner Çalişkan ê 44 salî jî got: "Gava karkerek doza heq û hiqûqa xwe bike di cî de ji kar tê derxistin. Ji ber ku me ji xala 25'an a Qanûna Kar derxistine ev yek li sicîla me zêde dibe. Em tenê bûbûn endamên sendîkayê. Li vî welatî tu karker bi heqê xwe nizane. Em jî bi saya Sendîkaya Nakliyat-Îşê hîn bûn. Me qerara xwe daye. Zor û zehmetiya wê çi dibe bila bibe em ê dev ji doza xwe bernedin."