Aşpêjê ku betal maye: Eyb e meriv bibêje, lê niha em birçî ne 2021-02-04 09:05:39 RIHA - Aşpêj Akîf Çakir ku piştî ji ber şewba Covîd-19'ê kafe hatin girtin betal maye got: "Eyb e meriv bibêje, lê niha em birçî ne. Kes aliyê me nake. Em pir mexdûr bûne."  Ji ber şewba Covîd-19'ê du meh û nîv in ku kargeh girtî ne. Ji ber vê hem xwediyê kargehan hem jî kargeh mexdûr bûne. Li navçeya Halîliye ya Rihayê jî ji ber vê gelek eks betal mane.    TÊRA FATÛREYAN NAKE   Xwediyê kafeyê Saît Urun, anî ziman ku kafeya wî 70 roj in girtiye û ji ber vê zehmtiyê dikişînin. Urun, bilêv kir ku beriya qedexeyan jî rewşa karê wan nebaş bûye, lê belê piştî qedexe hatin danîn rewşa wan hîn xirabtir bûye. Urun, destnîşan kir ku ji ber van qedexeyan 7 kesên li kafeyê dixebitîn betal mane. Urun, bal kişand ser pakêta alîkariya ya hikûmetê ku hezar lîre ye û got: "Têr nake. Em heqê ceryan, înternet û fatûreyan didin. Ceryana me girtiye, lê cardin birîn. Em mecbûr man biçin vekin."    AVM VEKIRÎ NE, KAFE GIRTÎ NE    Urun, anî ziman ku kafe girtî ne lê AVM û dersxane vekirî ne. Urun, destnîşan kir ku ev dûrî aqilan e û got: "Heger bedêlek hebe, divê em giş bi hev re bidin. Vîrûs tenê li kafeyan belav nabe. Heger qedexeyek hebe divê li seranserê welêt hebe. Kafeya min girtiye, lê AVM û dersxane vekirîne."    DI NAV DEYNAN DE MANE    Mûstafa Karatoprak jî anî ziman ku 3 kesên li cem wî dixebitîn niha betal in. Karatoprak got: "Me nû dest bi dayîna krediyên ku me di dema qedexeyên ewil de kişandibûn, kiribû. Lê belê rabûn cardin girtin. Nikarim krediyan bidim. Di nav deynan de mame. Em nikarin kargeha xwe jî bifiroşin. Bi hezar lîreyê didin nikarim heqê fatûreyan û kirê bidim. Ma ê hezar lîra bi kêrî çi bê? Hin karegahn digirin, hinan jî vedikin. Ev ne çare ye. Xwediyê dikanan jî doza kirêyên xwe dikin. De were safî bike."    Akîf Çakir ji beriya pandemiyê li kafeyekê aşpêj bûye. Lê belê piştî qedexe hatine ragihandin betal maye.    Çakir, anî ziman ku gava dixebitî meaşê wî têra wî nedikir, lê belê niha bi temamî neçar maye. Çakir, bilêv kir ku zewicandiye û niha nikare heqê kirêya xwe jî bide û got: "Eyb e meriv bibêje, lê niha em birçî ne. Kes aliyê me nake. Em pir mexdûr bûne. Her tişt biha bûye. Lê kargeha em lê dixebitîn hîn jî girtiye. Em ê vê mexdûrbûna xwe çawa bînin ziman, em jî nizanin."