Dixwazin deriyên sînor bên vekirin 2021-02-04 09:05:42 ÎDIR - Li Îdirê esnaf û welatiyên ku ji ber krîza aborî "perîşan" bûne, diyar kirin ku heger deriyên sînor bên vekirin dê rihet bibin.    Krîza aborî û tevdîrên derbarê şewba Covîd-19'ê de herî zêde bandorê li bajarên nêzî sînoran dike. Yek ji van bajaran jî Îdir e ku cînarê Îran, Azerbêcan û Ermenîstanê ye. Hem ji ber ku 2 meh in deriyê sînor girtiye hem jî ji ber sewalvanî û çandinî kêm bûye, welatî zehmetiyê dikişînin.    ‘KAR TUNE, XELA HEYE'    Şêniyê bajêr Bekîr Demîrcî yê 70 salî got: "Kar tune ye, xela heye. Berê rewş baş bû. Lê niha kes nikare tiştekî bikire, her tişt pir biha bûye."    Welatî Sidik Çalhan jî destnîşan kir ku debarkirinê pir zehmet bûye. Çalhan, baş kişand ser bihabûna fiyetan û got: "Ceryan biha bûye, gaz biha bûye, zexîre biha bûne. Mirov nikare tiştekî jî bikire. 5 lître rûn bûye 80 TL. Tu nikarî bi 100 lîreyî xweşikî tiştekî bikirî"   ESNAFÊ AKP'Î JÎ NERAZÎ YE    Esnaf L.Ç. ku nexwest navê wî bê aşkerekirin, anî ziman ku raya xwe daye AKP'ê lê belê niha perîşan bûne. L.Ç. got: "Hema bibêje temamiya gel perîşan bûye. Îqtidar êdî divê hesabê budçeyê bide gel. Her tişt biha bûye, kar tune ye. Heger werê dewam bike dê piraniya esnafan dikanên xwe bigirin. Ev tenê ne ji ber şewbê ye, berê jî rewşa aboriyê nebaş bû. Bila çareyek bê dîtin. Qet nebe bila deriyên sînor bên vekirin, da ku bêhna mirovan derkeve."    'EM PERÎŞAN BÛNE'   Adem Dokûçû ku bi salan e pêlavan difiroşe got: "Me di heyata xwe de perîşaniyek wiha nedîtibû. PÊlava ku berê kesekî meaşê kêm digirt ji bo zarokên xwe bi 40 TL'yî dikirî, niha bûye 150 TL. Lê zema ku dewletê li meaşê kêm zêde kiriye 500 TL ye."    Dokçû, diyar kir ku di dema pandemiyê de pereyê ku berê dabûn ser hev du hemû xerc kirine û got: "Tew bi ser de deynê me yê krediyê çêbû. Tişta ku em bi 10 lîreyan difiroşin, a din a rojê dibe em 18 lîreyan dixin şûna wê. Bi rastî jî em perîan bûne. Heger wisa biçe dê ji 350 esnafên li bazara Ûris nêzî 200 esnaf dikanên xwe bigirin."    DERIYÊ GUMRIKÊ    Dokçû, bal kişand ser girtina deriyê sînor jî. Dokçû got: "Heger deriyê sînor bê vekirin dê ji bo me baş be. Dê ev yek bandoreke baş li Dîlk, Enqere û Stenbolê jî bike. Dê bandorê li her kesî bike."    MA / Mujdat Can - Tolga Guney