Temellî: Şer bidome dê nanê me parî parî kêm bibe 2018-01-23 09:41:03 ENQERE – Aborînas Sezaî Temellî diyar kir ku fatûreya operasyona leşkerî ya li dijî dê ji berîka gelê xizan bê derxistin û got: “Her şer dewam bike, nanê ser sifreya gelên Tirkiyeyê parî parî dê kêm bibe.”  Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP’ê û aborînas Sezaî Temellî êrîşên li dijî Efrînê dê bandorek çawa li ser aboriya Tirkiyeyê bike nirxand û got: “Aboriya Tirkiyeyê ya heyî hêza wê ya dê şer rabike tune ye. Her şer dewam bike, nanê ser sifreya gelên Tirkiyeyê parî parî dê kêm bibe.”    ‘DÊ EV ŞER XIZANTIYÊ ZÊDE BIKE’   Temellî destnîşan kir ku tu mafdariya êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Efrînê da destpêkirin tune ye û got: “Ev şer ji aliyekî ve para kurdan dikeve ji aliyekî din de jî para kedkaran dikeve. Dixwaze desthilatdariya xwe li ser vî şerê teşe bike. Ev sazîbûna faşîzmê ye. Malîyeta şerekî hinceta wî ne diyar ji kedkar û gelên Tirkiyeyê dibire.” Temellî anî ziman ku divê hemû gelên Tirkiyeyê û kedkar li dijî vî şerî helwest nîşan bidin û got: “Em bi dagirkirinek ku henekê xwe bi hişê me dike re rû bi rû ne. Ev şer tenê zerarê nade efrîniyan, zerarê dide hemû gelên Tirkiyeyê. Jixwe li Tirkiyeyê qirîza aborî heye. Dê ev şer jî xizantiyê zêde bike.”    ‘FATÛREYA ŞER JI BERÎKA GELÊ XIZAN DERDIXIN’   Temellî diyar kir ku lêçûnên tên kirin ji berîka welatiyan derdikeve û wiha dewam kir: “Beşek mezin a bacên Tirkiyeyê li ser pişta gelê xizan û kedkaran e. Niha jî ji bo rejîm xwe li ser piya bigire, şerê çekere çêdike û fatûreya vî şerî ji berîka gelê xizan derdixe.”    Temellî di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser têkçûna aboriyê û got: “Aboriya Tirkiyeyê bi lezgînî ber bi hilweşandinê ve diçe. Lê belê desthilatdariyê li dijî gelên Tirkiyeyê şer daye destpêkirin.”    MA / Selman Guzelyuz