Malnişîn tiştên li ser çopan berhev dikin 2021-03-04 09:01:05 AMED - Serokê Sendîkaya Malnişîniyan a Şaxa Amedê Vahap Gunay, anî ziman ku ji ber zêdebûna rêjeya enflasyonê kesên malnişîn zehmetiyê dikişînin û got: "Kesên malnişîn, diçin tiştên li ser çopan berhev dikin."  Zêdebûna rêjeya enflasyonê bandoreke nebaş li kesên malnişîn dike. Serokê Sendîkaya Malnişîniyan (Emekli-Sen) a Şaxa Amedê Vahap Gunay, rewşa kesên malnişîn ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand.    NIKARIN DEBARA XWE BIKIN    Gunay, da zanîn ku li Tirkiyeyê nêzî 13 milyon malnişîn hene û ji sedî 80'yê van kesan meaşekî di biniya meaşê kêm re distînin. Gunay, destnîşan kir ku gelek pirsgirêkên malnişîniyan hene û got: "Piraniya kesên malnişîn, meaşekî di biniya meaşê kêm re distînin. Gelek zehmtiyê dikişînin. Nikarin bi vî meaşî debara xwe bikin. wekî hûn dizanin meaşê malniiniyan ji sedî 60 kêm dibe. Ji ber vê hêza wan a kirnê jî kêm dibeç Hîn jî kesên ji BAG-KUR'ê malnişîn bûne, di ser hezar û 500 re meaş nagirin. Malnişîniyên sîgorteyê jî wisa ne. Ji sala 2000'î heya niha meaşê wan 2 hezar an 2 hezar û 500 lîre ye. Ên din, nexasim jî ên Emek Sanê meaşê wan 3 hezar an jî 3 hezar û 500 TL ye. Yanî mirov nikare bibêje ku kesên malnişîn debara xwe dikin. Bi rastî jî nikarin debara xwe bikin. Îja gava di kirê de bin, ne mimkun e ku karibin debara xwe bikin."    LI SER ÇOPAN TIŞTAN BERHEV DIKIN    Gunay, bilêv kir ku gava malnişîn nexweş be, ji bo heqê dermanan ji sedî 20-30 ji meaş tê kuştin. Gunay, destnîşan kir ku ev ne tiştekî mirovî û wijdanî ye. Gunay got: "Li Amedê kesên malnişîn ji ber rewşa heyî nikarin debara xwe bikin û kar bi dest wan nakeve. Dev ji wan berde, kar bi dest ciwanên 18 salî jî nakeve. Jixwe ne rast e ku kesên malnişîn bixebitin. Lê belê gava bixwazin bixebitin jî kar bi dest wan nakeve. Li bajarê me roja sêşemê bazarek heye. EM ji bo vê bazarê bişopînin, diçin wir. Kesên malnişîn saet di 5 an jî 5 û nîvê êvarî de tên bazarê. Gava em ji wan dipirsin 'Çima hûn vê saetê tên? Ma hûn nabînin titşek nemaye?' Dibêjin, 'Jixwe me tu carî berên baş nestandine.' Yanî kesên malnişîn, danê varî tiştên ku divê esnaf bavêjin çopê dikirin an jî gava esnaf diçin, tiştên avêtine çopê berhev dikin. Hevalên me yên malnişîn van tiştan berhev dikin."    ‘HÊVIYA MIN NEMAYE'    Mamosteyê malnişîn Vedat Çîftçî got: "Êdî tu nikarî bi 200 lîreyî biçî bazaarê. Par rûn bi 30-32 TL'yan bû, lê niha bûye 80 TL. Yanî ji sedî sed biha bûne. Meaşê me têra me nake. Em nikarin lazmatiyên xwe bikirin. Gaz, ceryan her tişt biha bûye. Em ji mecbûrî kartên krediyê bi kar tînin." Çîftçî, bilêv kir ku dixwaze karekî bike lê belê bi dest wî nakeve û got: "Her diçe rewş xerabtir dibe. Êdî tu hêviya min nemaye."    BÊEDALETΠ   Mehmet Alî Ok ku 20 sal in malnişîn bûye, destnîşan kir ku meaşê wan têra wan nake û di dema pandemiyê pir mexddûr bûne. Ok got: "Ne edalet ne jî edaleta aborî maye. feqîr qezenc nake. Tenê îqtidar, hevkarên wê û derdora wê qezenc dike. Ji sedî 80'yê gel perîşan bûye."    MA / Ergîn Çaglar