Karkeran TÎS şermezar kirin 2021-03-04 16:09:53   STENBOL - Serokê Şaxa Genel-Îş’ê yê Hejmara 1 a Anadolû Yakasiyê Ahmet Arikan, hevdîtinên TÎS’ê yên bêxebera karkeran hatin qedandin şermezar kir û diyar kir ku xalên di warê aborî û xebatê de karkeran herî zêde eleqedar dikin, hatin pêşkeşkirin.   Şaxa Sendîkaya Karkerên Xizmeta Giştî (Genel-Îş) ya Hejmara 1 a Anadolû Yakasiyê, îmzekirina Peymana Kar a Giştî (TÎS) ku Navenda Giştî ya Genel Îş’ê di Şaredariya Kartalê de bêxebera karkeran îmze kiriye, li pêş avahiya şaredarê bi daxuyaniyekê şermezar kir. Di daxuyaniyê de karkeran timik dirûşmên “Em ê bi berxwedanê serbikevin” , “Bila dijmînên karkeran bimirin” û “Wê yekitiya karkeran sermayeyê têk bibe” berz kirin. Di daxuyaniyê de  Serokê Şaxa Genel-Îş’ê yê Hejmara 1 a Anadolû Yakasiyê Ahmet Arikan axivî. Arikan, diyar kir ku bi îmzekirina peymanê keda wan tune hat hesibandin û wiha got: “Karker dilşikestî ne. Me ev şano li cihên cuda dît. Em vê şanoyê qebûl nakin. Em hêj di nava karkeran de ne. Me vîna karkeran tune ne hesiband û em ê bi wan re bin.”   ‘EM JI BEDEL DAYÎNÊ NATIRSIN’   Arikan, da zanîn ku ji greva wan re 14 saet mabûn peyman hat îmzekirin û wiha axivî: “Me bi şaredariyê re gelek xal çareser kiribûn tenê 7 xal mabûn. Ev xal di warê aborî û xebatê de karkeran herî zêde eleqedar dikin bûn. Ew xal hatin pêşkeş kirin. Şerme. Em ji bedel dayînê natirsin û serê xwe li ber kesî xwar nakin.”