'20 sal in çandinî her diçe kêm dibe' 2021-03-06 09:02:44 AMED - * Serokê Odeya Endezyarên Çandiniyê ya Amedê Abdûssamed Ûcaman, diyar kir ku ji ber bihabûna fiyetê derman û gubreyê, hema bibêje çandinî sekiniye û got: "20 sal in her diçe kêm dibe."    Li Tirkiyeyê ji ber bihabûna fiyetên guber, derman û mazotê gelek kes dest ji çandiniyê berdide. Di Çileya 2020'an de tona gubre hezar û 650 TL bû, lê di 21'ê Çileya 2021'ê de ji sedî 82 biha bû, bû 3 hezar lîre.    Serokê Odeya Endezyarên Çandiniyê ya Amedê Abdûssamed Ûcaman, rewşa heyî nirxand.    ‘KIRINE KU COTKAR BI PARSÊ BIKEVIN'    Ûcaman, anî ziman ku hin alîkarî tên kirin, lê belê têr nakin û got: "Alîkarî tê kirin, lê belê îtiraza me ji bo dema alîkariyê û awayê dayîna wê ye. Cotkar xistine dewsa parsekan. A rast pakêtên alîkariyê û mesrefn tên kirin li hev dernayên."    BILA MAZOT Û GUBRE BÊ BAC BÊ DAYÎN    Ûcaman, bal kişand ser fiyetên ku he rdiçe bihatir dibin û got: "Gava em sala 2020-2021'ê bidin ber hev, fiyetê gubre ji 930 hezarî bû hezar û 650. Û hîn jî biha dibe. Li gor par fiyetê mazotê ji sedî 90 zêde bûye. Tim dibêjin em alîkariyê dikin, lê eramberî vê tiştekî bi dest bikeve tune ye. Cotkar dixisire. Sedema vê jî, berên wan bi erzanî diçin. Hema alîkariya bi vî rengî qet ne hewce ye. Divê mazot û gubre bê bac bê dayîn."    ‘BACA MAZOTÊ JI SEDÎ 80 YE'    Ûcaman, anî ziman ku KDV'ya mazotê pir zêde ye, lê belê gava ku KDV bê kêmkirin ê cotkar rihet bibin. Ûcaman, heger maliyet kêm be ê fiyetê li bazaran jî kêm bibe û got: "Niha baca mazotê ji sedî 80 ye. Her wiha gava KDV'ya gubre jî bê kêmkirin ê fiyetên piyaseyê jî erzan bibin. Ê mirov karibin bikirin."    ‘ALÎKARIYA KESÊN NÊZÎ XWE DIKIN'    Ûcaman, destnîşan kir ku kesên nêzî hikûmetê pakêta alîkariyê ya ji bo çandiniyê werdigirin, lê belê piraniya serayan vala ne û di warê hilberandina çandiniyî de tu gav nayên avêtin. Ûcaman, tovê bisertîfîka li cotkaran tê ferzkirin û cotkarên ku vî tovî nereşînin nikarin sûdê ji alîkariya heyî jî bigirin. Ûcaman, destnîşan kir ku pergala bi vî awayî dixwaze cotkaran bike pêgirtiyê xwe.    Ûcaman, bilêv kir ku ji roja ku komar hatiye avakirin heya niha polîtîkayên derbar çandiniyê de polîtîkayine bipirsgirk in û got: "20 sal in her diçe çandinî kêm dibe. Heqê keda cotkar, bi dest cotkar nakeve."