Berxwedana karkeran a li dijî Kod-29'ê 28 roj in didome 2021-03-12 09:01:08 DÎLOK - Çalakiya 16 karkerên ku bi Kod-29'ê ji kar hatine derxistin, di roja 28'an de didome. Karkeran, diyar kir ku heya ku daxwazên wan neyên qebûlkirin dê çalakiya wan dewam bike.  Li Dîlokê, Fabrîkeya Xaliyan a Yasîn,  bi hinceta Kod-29'ê 16 karker ji kar derxistibûn. Ji ber vê karkeran jî di 12'ê Sibatê de li ber fabrîkeyê dest bi çalakiya rûniştinê kir. Çalakiya rûniştinê ya 16 karkerên endamên Sendîkaya Karkerên Tekstîlê, didome.    JI BER KU ENDAMÊN SENDÎKAYÊ NE    Karker Mehmet Ogûz ku 8 salan di fabrîkeyê de xebitiye û di 12'ê Sibatê de bi Kod-29'ê ji kar hatiye derxistin, anî ziman ku ji roja ku ji kar hatine derxistin heya niha li ber fabrîkeyê çalakiya rûniştinê li dar dixin û heya ku daxwazên wan neyên qebûlkirin û vengerin ser karê xwe dê çalakiya wan dewam bike. Ogûz, bilêv kir ku ji ber ku bi Kod-29'ê ji kar hatine derxistin nikarên sûdê ji tu mafî jî bigirin û got: "Derbarê min de zabitnameyek jî tune ye. Lê min bi Kod-29'ê ji kar derxistin. Di dema pandemiyê de derxistina ji kar qedexe ye. Lê ew bi vî awayî karkeran ji kar derdixin. Sirf ji ber ku em endamên sendîkayê bûn, em ji kar derxistin. Em hemû deyndar in û me kredî kişandine. Heger em rojekê jî neşixulin, em mexdûr dibin."    ‘ME MEHKÛMÎ BIRÇÎBÛNÊ KIRIN'    Omer Avci jî ku 10 salan di fabrîkeyê de şixuliye, destnîşan kir ku ji ber ku xwestine meaşê wan zêde bibe û ji ber ku piştgiriya hevalên xwe yên bi Kod-29'ê ji kar hatine derxistin kiriye, bi heman hincetê ji  kar hatiye derxistin. Avci got: "Ez zewicandîme. 3 zarokên min hene. Ez ê çawa debara malbata xwe bikim? Mafên me xesp kirin û em mehkûmî birçîbûnê kirin. Heya ku em heqê xwe bi dest nexin em ê li vira bin."    Mehmet Erlale jî got: "Ez zewicandîme û du zarokên min hene. Di xaniyê bikirê de me. 5 salan di fabrîkeyê de xebitîm. Min tu tiştekî bêexlaqî nekiriye. Bi Kod-29'ê rûmeta me binpê kirin. Neheqî li me kirin. Ji karkerên li vir hin jê 5 zarokên wan hene. Ê çawa debara xwe bikin? Ê berxwedana me ya li dijî vê neheqiyê bidome."    Me têkildarî angaştên navbirî telefonî fabrîkeyê kir û ji me re gotin, rayedar ne li vir in.