Karkerên çandiniyê: Em ji mal bi şev derdikevin û bi şev vedigerin 2021-03-12 13:47:41 MÊRSÎN - Parlamenter û rêveberên HDP’ê yên li Mêrsînê “Hevdîtinên Ji Bo Nan û Kar” bi rêve dibin, serdana karkerên çandiniyê yên her roj saet di 05.00’an de diçin kar kirin û li pirsgirêkên wan guhdar kirin.   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi armanca bandora qeyrana aboriyê ya li welat ji nêz ve bibînin, pirsgirêkên kesên di nava pêvajoya hilberînê de cih digirin ên weke karsaz, xebatkar, esnaf, karker guhdar bikin çendek berê “Hevdîtinên Ji Bo Nan û Kar” dabû destpêkirin. Hevdîtinên HDP’ê li Mêrsînê di roja 3’emîn de berdewam kir. Şandeya ji Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê yê ji Komîsyona Aboriyê Berpirsyar Garo Paylan, Cîgira Hevserokên Giştî ya HDP’ê ya ji Komîsyona Kedê Berpirsyar Şaziye Kose, Parlementerên HDP’ê Serpîl Kemalbay, Ridvan Tûran û Necdet Îpekyuz pêk hat serdana karkerên çandiniyê kirin.   Şandeya HDP’ê ya ji bo bi karkerên çandiniyê yên her roj saet di 05.00’an dest bi komkirina narenciyan dikin werin li gel hev çûn navçeya navendî ya Akdenîzê. Şandeyê şert û mercên kar ên karkeran çavderî kirin û li pirsgirêkên wan guhdar kirin.   BI ŞEV DIÇIN Û BI ŞEV VEDIGERIN    Karkerên çandiniyê yên zêdetirî wan ji jinên ciwan pêk tê û temenê wan din ava 15 û 60 salî de anîn ziman ku ji bo roja biçin li baxçeyan bixebitin her serê sibê kom dibin û tên rawestgehan. Her wiha hat dîtin ji ber wext gelek zû ye hin karker bi sicadeyên bi xwe re anîn li rawestgehên ku lê disekînin nimêj kirin. Karkeran wiha got: "Em bi şevê radibin diçin kar û bi şevê dizivirin û bi mînîbusên ku 15 kes lê bi cih bibin 45 kes lê siwar dibin. Ji bo ku ajokarên mînîbusa cezayê trafîkê nexwin bi riyên cuda re diçin û ev jî dibe sedemê qezayan.”   EWLEHIYA TENDURISTIYA WAN TUNE YE   Karkeran anî ziman ku ji bo pêwîstiyên xwe bikirin mecbûrî di bin şertên zor de dixebitin. Karkeran herî zêde ji nebûna ewlehiya tenduristiya xwe gazin kirin û wiha gotin: “Li zeviyan pêwistiyên me nayên pêşwazîkirin. Em xwarinên ji êvarî amade dikin bi xwe re dibin cihê kar.”   ZILAM JI JINAN ZÊDETIR DESTMIZÊ DIGIRIN   Karkeran li ser pirsa HDP’iyan a li gel gefa vîrûsa koronayê çima rûpoş nadin ber devê xwe wiha bersiv dan: “Ji xwe em mirî ne. Em zûtir bimirin dê baştir bibe.” Karkeran, gazin kirin ku pirsgirêkên karkeran qet nayên rojevê û ev tişt gotin: “Em naxwazin bimirin lê di çarenûsa me de ev heye. Li hinek cihan avê jî nadin me.” Karkerên jin li gel bi zilaman re heman karî dikin jî karkerên zilam ji wan zêdetir destmizê digirin. Karkerên jin ji vê rewşê re gazinên xwe anîn ziman. Karkeran diyar kir ku penaberên Sûriyeyî bi destmizên kêmtir dixebitin.   PAYLAN: EM Ê KARKERÊN ÇANDINIYÊ BERBIÇAVTIR BIKIN   Garo Paylan ê HDP’î diyar kir ku şert û mercên karkerên çandiniyê “cihê şermê” ye û wiha got: “Tu pêwistiyên karkeran nayên pêşwazîkirin. Mînîbusên 15 kes lê bi cih bibin 45 kes tên siwarkirin. Dîsa ewlehiya wan a tenduristiyê nîne. Ev vê rewşê qebûl nakin. Li ser navê welat rewşeke cihê şermê ye. Karker nayên dîtin, em ê karkeran berbiçavtir bikin.”