Bang li karkeran kirin: Li dijî zilma Kod-29'ê dakevin qadên Newrozê 2021-03-18 09:02:22 STENBOL - Sendîkayan bang li hemû karkeran kirin ki li dijî zilma Kod-29'ê tevli pîrozbahiya Newrozê ya li Yenkîkapiyê bibin.  Îsal ê li Stenbolê Newroz bi dirşmeya "Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, azad bibin" di 20'ê Adarê saet di 11.00'an de li Qada Yenîkapiyê bê pîrozkirin. Sekreterê Giştî yê Dev-Yapi Îşê Nîhat Demîr, Serokê Giştî yê Lîmter Îşê Kanber Saygili, Endamê DAF'ê Îlyas Seyrek, xwendevan Kovara KOZ'ê Omer Yildiz û Sekreterê Pira Gelan Yûsûf Ak ji bo pîrozbahiya Newrozê bang kirin.    JI BO SIBEROJÊN AZAD    Sekreterê Giştî yê Dev-Yapi Îşê Nîhat Demîr, diyar kir ku wekî her sal îsal jî bi coşeke mezin li benda Newrozê ne û got: "Em bang li hevalên xwe yên kedkar dikin ku ji bo azadiya kedê û ji bo siberojên azad dakevin kuçe û qadan."    LI DIJÎ XESPKIRINA MAFAN    Serokê Giştî yê Lîmter-Îşê Kanber Saygili jî got: "Ê gelê me îsal jî li dijî xizanî û êrîşên li ser têkoşîna rêxistinbûyî, bêexlaqî û zilma Kod-29'ê, kedxwarî û xespkirina mafên sendîkayî dakeve qadên Newrozê."    ‘EM AZADIYA XWE BIRÊXISTIN BIKIN'    Endamê DAF'ê Îlyas Seyrek jî diyar kir ku Newroz bi sedan sal e têkoşîna bindestan û gelan a li dijî Dehqaên zalim e û got: "Ev têkoşîn, niha jî li dijî faşîzmê didome." Seyrek, bilêv kir ku dê di Newroza îsal de nîşan bidin ku azadî û têkoşîna gelan çi qasî girîng e û got: "Lewma bang li her kesî dikim ku dakevin qada Newrozê û em li qadê azadiya xwe birêxistin bikin."    LI DIJÎ QEYÛMAN    Xwendevanê Kovara Kozê Omer Yildiz jî bilêv kir ku par ji ber pandemiyê nikaribûne Newrozê pîroz bikin û got: "Îsal pir girîng e. Êrîşên qeyûman hene. Li Bogazîçiyê li dijî qeyûman berxwedane dest pê kir. Em baş dizanin ku bûrjûva û dewletê pandemiyê ji xwe re kirin ço. Lewma di şert û mercên bi vî rengî de, Newroz mîtîngeke herî mezin a karkeran e."    RÊÇA MAZLÛM DOGAN    Sekreterê Giştî yê Pira Gel Yûsûf Ak jî got: "Newroza 2021'ê ji bo min rêça Mazlûm Dogan e."    Ak, destnîşan kir ku dê dakeve qadê û got: "Newroz bêyî min nabe. Bi hêviya Newrozeke ku êdî trans nayên kuştin, jin nayên hepskirin û kuştin, astengdar bikaribin bi rihetî daxlî nav jiyana civakî bibin, penaber statuya xwe bi dest bixin, daxwazên hevrêyên grav birçîbûnê bên qebûlkirin û tecrîd bi dawî bibe."