Sînorê birçîbûnê hezar û 615 tl ye 2018-01-25 12:03:53   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî lêkolîna Turk-Îş'ê di meha çile de sînorê birçîbûnê yê malbata ku ji 4 kesan pêk tê, hezar û 615 TL ye. Li gorî leklînê tevî pêdiviyên zexîre, cil, xanî, perwerde, tenduristî û pêdiviyên jiyanî yên sereke sînorê xizaniyê 5 hezar û 262 ye.    Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Tirkiye (Turk-Îş), bi armanca şert û mercên xebatkaran diyar bike û lêçûna pêdiviyên wan ên esasî û jiyanî diyar bike lêkolîna meha Çile diyar kir. Turk Îş ku her meh raporê aşkere dike, rapora meha çile ya “Lêkolîna Sînorê Birçîbûn û Xizaniyê" diyar kir. Li gorî lêkolînê di meha çile de sînorê birçîbûnê ya malbata ji 4 kesan pêk tê hezar û 615 TL ye. Dîsa sînorê xizaniyê yê malbata ji 4 kesan pêk tê, li gorî leklînê tevî pêdiviyên zexîre, cil, xanî, perwerde, tenduristî û pêdiviyên jiyanî yên sereke sînorê xizaniyê 5 hezar û 262 ye.