Endamên KESK'ê bang li AKP’ê kirin 2021-03-27 16:52:08   STENBOL - Endamên KESK’ê bang li desthilata AKP’ê kirin û gotin heta hevalên wan ên bi KHK’ê hatin îxrackirin venegerin ser karê xwe û heta hesaba neheqiyên tên kirin neyê dayîn wê têkoşîna xwe berdewam bikin.    Platforma Şaxan a KESK’ê ya Stenbolê, bi daxwazên endamên wan ên bi KHK’yan hatine îxrackirin vegerin ser karê xwe û bi dawîkirina pêkanînên neheq û bêhiqûqî li Îskeleya Beşîktaşê ya navçeya Kadikoyê daxuyanî da çapemeniyê. Parlementerê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû û endamê Desteya Rêveber a Navendî (MYK) yê Partiya Çep Alper Taş jî beşdar bûn.   Endamên KESK’ê pankarta “KHK’ê wê biçin em ê bimînin” vekirin û dirûşmeya “Li dijî faşîzmê mil bidin milê hev” berz kirin. Metnê çapemeniyê yê hatibû amadekirin Serokê Egîtîm Sena Şaxa 2'yan a Stenbolê Çayan Çalik xwend. Çalik diyar kir ku KESK’ê di dîroka têkoşînê xwe de her tim bûye hedefa zext û pêkanînên antî demokratik lê tu car dest ji têkoşîna ked û demokrasiyê bernedaye.   ‘WÊ HESABÊ BIDIN’   Çelîk anî ziman ku 5 sal in dest ji mafên xwe bernadene, hewl didin ku li her qadê dengê xwe bilind bikin û wiha got: “Kesên ji KHK’ên OHAL’ê hêz girtin her cure bêhiqûqî destnîşan kirin wê teqez li pêş darazê hesab bidin.”   DIVÊ KOMÎSYONA OHAL'Ê BÊ BETALKIRIN   Çalik da zanîn ku divê Komîsyona OHAL’ê ya weke organa hikumetê dixebite, xwe ser qanûnan dibine, nayê kontrolkirin û li dijî peymanên navnetewî û hiqûqî, demildest bê betalkirin. Çalik destnîşan kir ku kedkarên cemaweriyê yên derbarê wan de tu biryarên darazî neyî, yên bi hincetên nehiqûqî hatin îxrackirin û Hindekarên Aştiyê yên Dadgeha Destûra Bilind derbarê wan de biryara binpêkirina mafan dayî bi hemû mafên xwe îadeyî peywîra wan bên kirin. Çalik anî ziman ku heta hevalên wan ên bi KHK’ê hatin îxrackirin venegerin ser karê xwe û heta hesaba neheqiyên tên kirin neyê dayîn wê têkoşîna xwe berdewam bikin.