Bi hinceta Kod 29'ê derxistina ji kar ji sedî 70 zêde bûye 2021-04-03 09:01:57   STENBOL - Nûnerên sendîkayan diyar kirin ku kardêr hinceta Kod 29'ê wekî çoyekî bi kar tînin li hemberî karkeran. Nûneran, anî ziman ku ev êrîş, êrîşeke li dijî çîna karkeran e û ji bo têkoşînê bang kirin.    Çendî ku di dema pandemiyê de derxistina ji kar hatibe qedexekirin jî, her diçe hejmara karkerên ku bi "Kod 29"ê ji kar tên derxistin zêde dibe. Meclîsa Tenduristiya Karker û Ewlehiya Kar (ÎSÎG), diyar kir ku di saleke dawî de hejmara karkerên ku bi Kod 29'ê ji kar hatine derxistin ji sedî 70 zêde bûye û ji sedî 80'yê dozên vegera ser kar jî têkildarî Kod 29'ê ne.    Sendîkayan Kod 29'ê û berxwedana karkeran nirxandin û îşaret bi têkoşîneke hevpar kirin.    Nûnerê TOMÎS'ê yê Stenbolê Onûr Eyîdogan, bibîr xist ku piştî şewb belav bû îqtidarê got "me derxistina ji kar qedexe kiriye û qanûnek derxistiye û got: "Me di partîkê de dît ku ev derew e."    Eyîdogan, diyar kir ku di dema pandemiyê de kardêran ji bo derxistina ji kar Kod 29'ê bi kar anîne. Eyîdogan, bilêv kir ku ev xal beriya şewbê jî hebûye û got: "Piştî şewbê derxistina ji kar a bi Kod 29'ê pri zêde bû. Nexasim jî li hemberî karkerên endamên sendîkayê tê bikaranîn. Kardêran şert û mercên giran ferz kirin, lê karkerên li ber vê rabûn jî bi êrîşa Kod 29'ê re rû bi rû man."    MAFÊN ME TÊN XESPKIRIN    Eyîdogan, bilêv kir ku li dijî êrîşa Kod 29'ê karker bi awayekî şexsî têdikoşin û got: "Niha tazmînatên me tên xespkirin. Dest datînin ser pêşeroja me. Destkeftiyên me yek bi yek tên xespkirin. Heger em li dijî van êrîşn bi awayekî hevpar tevnegerin, ê kardêr bi ser bikevin."    'ÇARE TÊKOŞÎN'   Eyîdogan, destnîşan kir ku Kod 29 bi rihetî li hemberî karkerên endamên sendîkayê tê bikaranîn û got: "Îja gava karker bê sendîka bê hêsantir e. Heger li hemberî kardêr dengek tune be, ê pêşiya vê hîn bêtir vebe. Em ji bo yekîtiyê bang li karkerên bê sendîka dikin. Heger em li dijî êrîşa Kod 29'ê dengê xwe bilind nekin, sibê em ê bi êrîşine din re rû bi rû bimînin. Kardêr, gav bi gav êrîşên xwe dijwartr dikin. Li dijî van êrîşan, ji xeynî yekîtiyê tu çareyeke me tune ye."    RÊXISTINBÛYÎN   Nûnerê DEV-TEKSTÎL'ê yê Stenbolê yê Hêla Ewropayê Okan Karaçam jî diar kir ku îqtidar ji destpêka pandemiyê heya niha, ji dêvla ku ji bo karkern tevdîrina bigire, bi qanûnên çêdike firsendine din dide ber kardêran. Karaçam got: "Karkerên ku doza mafên xwe dikin bi Kod 29'ê ji kar tên avêtin."    Karaçam got: "Niha hin berxwedan hene. Lê daxwaza me, daxwazeke hevpar e; 'Betalkirina Kod 29'ê.' Divê em bi hev re li dijî vê tevbigerin. Ya na dê kardêr êrîşên xwe yên li dijî çîna karkeran bidomînin. Lewma li dijî êrîşan û Kod 29'ê divê em bitêkoşin." Karaçam, diyar kir ku kardêr xwe birêxistin kirine û got: "Lê em karker, me xwe bi awayekî qismî birêxistin kiriye. A divê em bikin, rêxistinbûyîneke xurt e. Divê em mil bidin milê hev du û li dijî êrîşan rabin. Heya qada hilberînê dengê xwe baş bilind neke, em ê nikaribin van êrîşan qels bikin."    MIL BI MIL    Karaçam, destnîşan kir ku li dijî êrîşên li ser çîna karkeran li her derî têkoşînê qewî dikin û got: "Divê li dijî hemû êrîşan em mil bidin milê hev du."    MA / Kadîr Guney