Platforma 1’ê Gulanê karker vexwendin qadan 2021-04-16 12:47:28 STENBOL - Platforma 1’ê Gulanê ya ku ji bo 1’ê Gulanê Roja Ked û Piştevaniyê amadekariyên xwe didomîne, li Tûzlayê karker û kedkar vexwendin qadan.   Platforma 1’ê Gulanê ku ji bo 1’ê Gulanê Roja Ked û Piştevaniyê amadekariyên xwe didomîne piştî ku li Taxa Îçmeler a Tûzlayê daxuyanî dan û belavok belav kirin. Girseyê di daxuyaniyê de pankarta ‘Ji bo ked û azadiya xwe em di 1’ê Gulanê de li qadan in’ vekir û dowizên “Ji bo herkesê jiyanek û karekî bi temînat” û “Bila pergala sermayeyê bi dawî bibe” hilgirtin. Girseyê di daxuyaniyê de dirûşmeyên “Bijî 1 Gulan” û “Dema dixebitin naxwazin bimirin” berz kirin. Endamên platformê pişt re bi belavokên belavkirin di serî de karkerên tersaneye hemû karker û kedkar di 1’ê Gulanê de vexwendin qadan.     WÊ QAD TEJÎ BIN   Serokê Sendîkaya Karkerên Çêkirina Keştî, Barkêşiya Behrê, Depo û Antrepoyê (Lîmter-Îş) Kanber Saygili di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku wê li her derê cîhanê karker û kedkar li dijî mêtîngerî û hovitiya kapîtalîst qadan tejî bikin. Saygili, da zanîn ku weke platform her roj li kolanên Stenbolê çalakiyên 1’ê Gulanê bi rêxistin dikin û banga tevlîbûnê li hemû karker û kedkaran kir.   Piştî axaftinê belavokên ku gel vedixwendin qadan hatin belavkirin.