SES: Kes nikare mafê îstîfaya xebatkarên tenduristiyê desteser bike 2021-04-16 14:36:03   ENQERE - Hevseroka SES’ê Selma Atabey diyar kir ku bi giştînameya Wezareta TenduristiyAê re qedexeya îstîfayê ku hatiye hêj didome û desteserkirina vî mafê kedkarên tenduristiyê li dijî Destûra Bingehîn e.    Hevseroka Giştî ya Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) Selma Atabey di çarçoveya sînordarkirinên pandemiyê de giştînameya Wezareta Tenduristiyê civîna çapemeniyê li dar xist. Atabey li Navenda Giştî ya SES’ê civîn li dar xist û pankarta “Em giştînameyên cihêkar ên li dijî kedkarên tenduristiyê qebûl nakin û em mafên xwe dixwazin” hat daliqandin.    Atabey destnîşan kir ku herî zêde xebatkarên tenduristiyê bi xetereya Kovîd-19’ê re rûbirû ne û ev ne bes e her wiha barê ser pişta xebatkaran jî zêde bûye. Atabey bal kişand ser zêdebûna hejmara miriyan û pêketiyên koronayê û niha li ber meha sibatê hejmara miriyan û pêketiyan 10 qat zêde bûye.    ‘EM DIKARIN DERBAS BIKIN’   Atabey anî ziman ku hejmarên tên eşkerekirin ne hejmarên rastî ne û tişta diqewime rewşek civakî ye û divê her kes bi hev re hesas tevbigere û dikaribin vê pêvajoyê derbas bikin û lazim e rayedar daxuyanî û sererastkirinên baldartir bikin.    391 XEBATKARÊN TENDURISTIYÊ MIRIN E    Atabey bi bîr xist ku heta îro li gorî tespîtên hatine kirin 391 kedkarên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dane û bi ser 180 hezar xebatkarên tenduristiyê enfekte bûne. Atabey got pêwîste hemû sozên ji bo xebatkarên tenduristiyê hatine dayîn bi cih werin.    MAFÊ XEBATKARAN TÊ DESTESRKIRIN    Atabey diyar kir ku bi giştînameya Wezareta TenduristiyAê re qedexeya îstîfayê ku hatiye hêj didome û desteserkirina vî mafê kedkarên tenduristiyê li dijî Destûra Bingehîn e. Atabey anî ziman ku xebatkarên tenduristiyê û bi taybetî xebatkarên jin bi cihêkariyê re rûbirû dimînin. Atabey bang li Wezareta Tenduristiyê kir û xwest daxwaz û pêşniyazên xebatkarên tenduristiyê pêk were û demildest bi hezaran kedkarên tenduristiyê li benda kadrobûnê ne bi awayek mîsogerî tayînkirina wan were kirin. Atabey da zanîn ku divê rêxistinên meslekî û kedê yên qada tenduristiyê daxilî rêveberiya pandemiyê ya biryargirtinê werin kirin û divê Kovîd-19 di çarçoveya wek qeza kar û nexweşîna meslekî were pênasekirin.