Li ‘Kuçeya Karkeran’ kar tine! 2021-04-25 09:02:58   WAN - Welatiyên bêkar ji serê sibê heta êvarê li “Kuçeya Karkeran” a Wanê bêkar vedigerin mala xwe. Karker dibêjin di hefteyekê de carna rojekê jî naxebitin û pereyê qezenc dikin jî kîsek tişt tije nake.    Şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19) li tevahiya cîhanê tesîra xwe berdewam dike. Di vê pêvajoya pandemiyê de li Tirkiyê krîza aborî hin bêtir kûr bûye. Her roja ku diçe hejmara bêkariyê bêtir dibe. Yek ji van bajarên krîza aborî û bêkarî herî zêde xwe lê nîşan dide jî Wan e.    Gelek welatiyên bêkar her sibeh saet li 06.00’an ji bo di karên rojane de bixebitin berê xwe didin “Kuçeya Karkeran” a Wanê. Kesên ku carna rojê karek dibînin jî qezanca wan di navbera 50 û 150 lîreyî de diguhere. Ev însanên bêkar her roj berê xwe didin vê kuçeyê û êvarê bêkar dizivirin malên xwe.    TIŞTÊN DIKIRE KÎSEK JÎ TIJE NAKE    Vahdettîn Keskînturk ê ku yek ji vê “Kuçeya Karkeran” e destnîşan kir ku carna ew serê sibehê saet ji 06.00’an heta êvarê saet 18.00'an li kuçeyê li benda kar disekinin.    Keskînturk anî ziman ku hin hefteyan carna tenê ew rojekê kar dibînin û wiha got: “Vê roja em dixebitin û pereyê qezenc dikin jî kîsek tişt tije nake. Ji ber pandemiyê kar ji binî nemaye. Em mexdûr in. Tenê ne ez, her kesê tê vir mexdûr e. Di hefteyê de carna em rojekî jî naxebitin. Pereyê ez qezenc dikim jî têrê nake. Berê qet nebe hinek bêtir kar hebû. Her roja ku diçe şertên kar zehmet dibin. Qet kes alîkariyê jî nade.”    TENÊ DAXWAZIYEK WÎ HEYE BIBE XWEDÎ KAR    Ahmet Oner ê ku li kuçeyê li benda karê rojane ye jî anî ziman ku daxwaziya wî tenê ew e ku karek sabît ji xwe rebibîne û bi salane li heman kuçeyê li benda kar e. Oner da zanîn ku bi pandemiyê re êdî ew nikarin kar jî ji xwe re bibînin. Oner destnîşan kir ku ji esnaf bigire heta karkeran her kes mexdûr bûye û ew ji serê sibehê heta êvarê li benda kar in û êdî nizanin wê çi bikin. Oner diyar kir ku di hefteyekê de carna rojek tenê kar dibîne û pereyê qezenc dike jî di navbera 50 û 100 lîreyî de diguhere û ev yek jî têra mesrefê mala wî nake.    MA / Bariş Donmez