Xizantî û bêedaletî mirovan ber bi întîharê ve dibe 2021-04-25 09:03:48   RIHA - Li Rihayê di nava heftiyekê de 9 û di nava du mehên dawî de jî 30 kesan dawî li jiyana xwe anîn. Pisporê Xizmeta Civakî Nazîf Dag, diyar kir ku dikare pêşiya van întîharan bê girtin û wiha got: “Ev dide nîşandan ku ji ber xizantî û bêedaletiyê, hêviyên mirovan ne mane.”   Li gorî danayên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (DSO), her sal nêzî milyonek mirov dawî li jiyana xwe tînin. Yek ji xalên bal kêş ên kesên dawî li jiyana xwe tînin, ew kesên xizan û asta navîn de. Li Tirkiyeyê, derbarê mijarê de herî dawî di sala 2018’an lêkolîn hatiye kirin. Saziya Îstatîstîkên Tirkiyeyê (TUÎK), lêkolîna kiribû ji raya giştî re aşkere kir. Li gorî rêjeyê li Tirkiyeyê, di nava rojekê de 9 kes dawî li jiyana xwe tînin.   Li gorî nêrîna pisporan, li welat ji sala 2018’an ve ji ber krîza aborî û polîtîkayên heyî, ev hejmar zêdetir bûye. Êdî rewş wisan bûye, li bajarê Rihayê di nava heftiyekê de 9 kesan û di du mehên dawî de jî, herî kêm 30 kesan dawî li jiyana xwe anîn.   Pisporê Xizmeta Civakî Nazîf Dag, dest nîşan kir ku di bingeha întîhara kesan de, tengijîn û ber bi depresyonê ve birîn heye.    TUNEBÛNA HÊVIYÊN PÊŞEROJÊ   Dag, diyar kir ku mirovên hêviyên xwe yên pêşerojê winda dikin, bi fikra ‘Êdî ez nikarim van êşan tehemûl bikim, encex mirin min xilas bike’ ber bi întîharê ve diçe û wiha axivî: “Rewşa kesan bi asta pêşketin û standartên jiyanê yên welatan ve girêdayî ye. Asta pêşketina civakî li ser mirovan bandoreke xwe ya zêde heye. Ger hêviyeke mirovan ji pêşerojê hebe, wê demê li cihê lê ne hebûna xwe didin avakirin. Sedema bingeha întîharê bêhêvîtiye. Ger li cihekê mirov xwe bêçare hîs bikin û bênirx bibînin, wê demê lê derê pirsgirêk heye. Dema ku em di demên dawî de li welatê xwe mêze dikin, mirov difikirin ku li vî welatî edalet tuneye. Gelo ji ber çi mirov pirsgirêkan dijîn? Ji ber ku rastî bêedaletiyê tên. Dûre bertekê nîşanî civakê dike. Êdî mirov dibêjin, ew bawer nakin ku edalet tê bi cih anîn.”   Têkildarî pirsgirên aboriyê yên mirov dijîn jî Dag, ev nirxandin kir: “Pirsgirêka aboriyê ya mirovan bi şewba vîrûsa koronayê re zêdetir bûn. Gelek mirov ji kar hatin avêtin û gelekan jî deriyên dikanên xwe girtin. Êdî nekarin pêdiviyên xwe yên mehane pêşwazî bikin. Ev sedemên girîngin ku mirovan ber bi întîharê ve dibe. Mirovên ku ji ber nekarin kincên dibistanê yên zarokên xwe bikirin û soza pêşerojek xweş bidin zarokên xwe întîhar kirin. Me şahidiya vê yekê kir. Li vî welatî, di vê serdemê de xizantî pir zêde ye. Bêkarî bûye yek ji pirsgirêkên herî mezin ên vî welatî.”    ‘DIKARE PÊŞÎ LÊ BÊ GIRTIN’   Dag, di dewam axaftina xwe de wiha got: “kesên întîhar dikin, ji katorên takekesî û civakî bi bandor dibin. Lê dikare pêşiya van întîharan bê girtin. Ji bo ku pêşiya van întîharan bê girtin, divê li tevahiya welat, bêkarî û xizantî ji holê bê rakirin. Lazime ku pirsgirêka xwe avakirina kesan bê çareserkirin. Kapitalîzm mirovan xweparêz û takekes dike. Li dijî vê yekê divê bernameyên têkiliyên civak û kesan xurt dikin, bên lidarxistin. Lazime ku mirov hîs bikin ku nirx ji bo wan tê dayîn. Ger em edaletê saz bikin, emê karibin doza mafên mirovan jî bikin û neheqiyan qebûl nekin. Wê demê dê mirova teng nebin û tiştek neyînî nefikirin. Binyadeke bi edalet, wê her kesî keyfxweş bike.”    MA / Lezgîn Tekay