Esnafên Cizîrê: Em ê di van 17 rojan de çi bixwîn? 2021-04-30 09:00:40 ŞIRNEX - Wê Tirkiye ji 29’ê nîsanê heta 17’ê gulanê derbasî pêvajoya xwe mal de girtinê bibe. Esnafên Cizîrê bertek nîşanî vê biryarê dan û gotin: "Em ê di van 17 rojan de çi bixwîn?"  Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan piştî civîna kabîneyê biryarên di çarçoveya tevdîrên vîrûsa koronayê ji raya giştî re aşkere kirin. Li gorî biryarên ku hatin dayîn, wê Tirkiye ji 29’ê nîsanê heta 17’ê gulanê derbasî pêvajoya xwe mal de girtinê bibe. Bi aşkerekirina vê biryarê re nêrazîbûn û bertekên gel jî rû dan. Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê esnafên ku di sûka kevin de dixebitin li dijî vê biryarê bi hirs û bi bertekin.   'EM Ê ÇI BIXWIN?'   Ji welatiyan Kadîr Azî, anî ziman ku gel roj bi roj mexdûr dibe û got ku biryara qedexeyan wê gel xîzantir bike û wiha axivî: "Her tiştek biha bû ye. Em êdî nikarin zarokên xwe xwedî bikin. Xwedê vê qebû nake. Qedexe destpê dike û em ê  17 rojan hûndir de bimînin. Em ê di van 17 rojan de çi bixwîn? Hema em bêjin pêdiviya me ya nexweşxanê çê bibe em ê çi bikin? "   FIKARA DEBARÊ DIJÎN     Ji esnafan Mustafa Îşçî jî, bertek nîşanî vê biryarê da û got ku ev biryar nîşan dide ku wê Tirkiyeyê di hêla aboriyê de têk biçe û wiha axivi: "Em nikarin çekên xwe razînin. Ji ber ku kar tune ye em jî nikarin çekên xwe razînin. Em rojên gelek zor û zehmet re derbas dibin. Em ê mal de esîr bimînin. Di vê kolanê de em 30 esnaf dimînin. Debara van 30 kesan jî li ser vî karî ye. Em ê malên xwe de rûnin, lê em ê çawa debara xwe bikin? Ev qedexeye ragihandin lê tu alternatîf jî ne afirandin. Heta niha dewletê tu alîkarî ji me re nekiriye. Kesên ku bi wan re heman fikrê de ji wan re alîkarî dikin, lê ji me re tu alîkarî nakin. Ji bilî vî karî tu debara me tune ye. Em mexdurin. Em ked didin lê em heqê  keda xwe nastînin. Em dixwazin ku ev rewşa heyî bê çareserkirin."   'EM Ê 17 ROJAN BIRÇÎ BIMÎNIN'    Servet Cabaz jî, destnîşanî aloziya aborî kir û got ku ew heqê keda didin nastînin û wiha axivî: "Ez ev 20 salin dixebitim. Di beriya niha de karê me baş bû. Lê piştî ku dewr bû dewra Erdogan pere peydekirin tune ye. Pere peydakirin nema ye. Kar tune ye. Em mexdurin. Qedexe hat ragihandin. Kesê ku xwedî maaş wê pereyê xwe bixwe û yê ku bê meaş jî wê birçî bimîne. Baweriya me bi vê nexweşiyê nayê. Ev hemû derewên dewletanin. Bi vê nexweşiyê pere qezenc dikin. 17 rojan tu dikanên xelkê bigirî pêwîste ku tu alikariya wan jî bikî. Em ê 17 rojan birçî bimînin. Bila dewlet ji vê rewşa heyî re çareseriyekî bibîne."    MA /Zeynep Dûrgût