Ji ber nikarin debara xwe bikin, wesayîtên xwe derxistin firotinê 2021-05-01 09:01:14 WAN - Qedexeya giştî ya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bandorek neyînî li ser esnafan dike. Welatiyan ji ber deyn û krediyan wesayîtên xwe derxistin ber firotanê.  Tevdîr û qedexeyên derketin derve yên ji ber vîrûsa koronayê (Kovîd-19) xelkê û esnafan anîne asta perîşaniyê. Welatî ji ber şewbê û krîza aborî danehevên xwe jî xerc dikin û ji bo dikaribin deyn û krediyên xwe razînin wesayîtên xwe derxistine ber firotanê.    ZIRAR JÎ DIKE LÊ DÎSA JÎ NIKARE BIFIROŞE    Sehrat Akyuz ê ji ber nikare debara xwe bike wesayîta xwe derxistiye ber firotanê diyar kir ku demek dirêj e bêkar e û ji ber vê yekê êdî wesayît jî jê re bûye barek giran. Akyuz da zanîn ku her diçe jiyan dijwar dibe û got: “Sê meh in min wesayîta xwe derxistiye ber firotanê. Lê ji ber piyasa sekiniye kes nakire. Karê înşatê dikim. Lê îsal kar nebû. Nexebitîm. Ketim bin deynan. Lewma neçar im ku wesayîta xwe bifiroşim. Krîza aborî heye. Ez ê zirar jî bikim lê dîsa nikarim bifiroşim. Pereyê tirk her roj nirxê xwe winda dike. Lewma her ku diçe wesayît jî biha dibin. Însan êdî nikarin wesayîtan bikirin. Bi vê rewşê re wê bihayê wesayîtan hin bihatir bibin.”    ÎNSAN ÊDÎ NIKARIN BIJÎN    Servet Aydin jî diyar kir ku bi salan e ew karê dan û standina wesayîtan dike û ji ber deynên însanan êdî ew ketiye rewşek hacizkirî û got: “Êdî însan nikarin nan peyda bikin. Her roj qedexe heye. Em nikarin kar bikin. Dolar her roj biha dibin. Wesayîta me bi 40 hezar lîreyî dikirî niha bûye 100 hezar lîre. Ji ber ku ez êdî nikarim debara xwe bikim, neçarim wesayîta xwe bifiroşim. Heke wisa dewam bike wê însan êdî nikaribin bijîn. Gelek kesan krediyan kişandiye lê nikarin razînin. Di bin van şertan de însan neçarin ku wesayîtên xwe bifiroşin.”    KES NIKARE BIKIRE    Fatîh Karagoz ê ji bo wesayîtê bikire li bazara otomobîlan bazarê dikir jî destnîşan kir ku ew ji heqê wesayîtan biha bûne nikare bikire û got: “Ez ji bo wesayît bikirim hatim vir, lê gelek biha ne. Ji ber cejnê dibe ku bihayê wan kêm nebe. Li bazarê tenê kesên erebeya xwe difiroşin hene. Kes ji bo kirînê nayê. Kes ne dikare bikire û ne jî bifiroşe. Sedemê bihabûna wesayîtan pandemî û aborî ye.”    ŞERT GIRAN DIBIN    Farûk Yavûz jî anî ziman ku însan ji ber krîza aborî naxwazin pereyê di berîka xwe de xerb bikin û şertên jiyanê her roj zehmettir dibin û ji ber deyn û krediyan erebeya xwe derxistiye ber firotanê.    MA / Bariş Donmez