Karê çandiniya Anadolê li ser pişta karkerên Rihayê ye 2021-05-03 09:08:40 RIHA – Her sal di demsala biharê de zêdeyî 80 hezar karkerên çandiniyê yên demsalî ji Rihayê koçî Anadoliyê dikin û karên zeviyan dikin. Hevserokê Rêxistina HDP'ê ya Rihayê Ziya Çalişkan, têkildarî polîtîkayên hikûmetê yên li dijî Rihayê diyar kir ku îqtîdar mirovên li ser vê axê bi birçîbûnê terbiye dike û wan neçarî karê şertên giran dike.  Li Riha û navçeyên wê her sal zêdeyî 80 hezar karkerên çandiniyê yên demsalî ji Rihayê koçî bajarên Anadoliyê dikin û li wir karên zeviyan dikin. Li gorî daneyên Odeya Endezyaran a Rihayê li tevahiya Rihayê her sal 80 hezar karker koç dikin. Tevî malbatên wan nêzî 350-400 hezar mirov koçî Anadoliyê dikin. Têkildarî polîtîkayên hikûmetê ya li dijî Riha û bajarên herêmê Hevserokê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Rihayê Zîya Çalişkan ji Ajansa me ya Mezopotamya (MA) re axivî.    Çalişkan, anî ziman ku di hefteya dawî de 5 zarok di qanalê avê werbûn û fetisîn û wiha got: "Sedema van mirinan polîtikayên hikûmetê yên li dijî çandiniyê û Rihayê ne. Li Rihayê bi awayekî pir ciddî koçberiya demsalî ya karkerên çandiniyê heye. Mirov ji Rihayê koçî Rojava û Bakurê Anadoluyê dikin.  Her tim ji bo Rihayê dibêjin bajarê çandiniyê, lê mirovên vî bajarî koçî bajarên din dikin. Yê herî zerarê dibîne Riha û mirovên wê ne."    Çalişkan, da zanîn ku karkerên demsalî yên diçin bajarên Anadoliyê bi cudakarî û neheqiyên giran re rû bi rû dimînin û wiha axivî: "Ji ber karkerên Rihayê Kurd û Ereb in bi cudakariyê re rû bi rû dimînin. Ji ber polîtîkayên çandiniyê yên şaş, çotkar û rençberên Rihayê bi pirsgirêkên pir zêre re rû bi dû dimînin. Heta niha hikûmetê ji bo çandiniya Rihayê tu polîtîkayên baş pêş nexistine Her tim wekî depoya karkerên ku karê çandiniya Rojava û Bakurê Anadoliyê bikin tê plankirin. Ji ber van polîtîkayan mirovên Rihayê neçarî koçberiyê û karê derve dibin. Neçarî karê zor û zahmet dibin. Neçarî keda erzan dibin."    Çalişkan, bibîr xist ku di demên dawî de gelek kes întîhar dikin û wiha lê zêde kir: "Ev encama polîtîkayên hikûmetê yên li dijî Rihayê ne. Ji ber şertên kar ava nakin û qada debarê ava nakin, mirov bê hêvî û bawerî dimînin. Hikûmet bi tu awayî heviya kar, debar û aboriyê nade civakê. Riha bajarekî pir çandî, pir bawerî, pir zimanî û xwedî jiyanek demokratîk e. Lê îqtîdara AKP’ê bi demografya wê dilîze û xera dike. "    Çalişkan, destnîşan kir ku HDP bi pirsgirêka karkeran eleqeder dibe û dixwaze polîtikaya îqtîdarê ya li dijî karkeran teşîr bike û wiha bi dawî kir: "Ji ber vê yekê îqtîdar dixwaze HDP û karkerên demsalî ji hev qut bike. Em her dem hewl didin ku bi karkerên çandiniyê yên demsalî re di diyalogê de bin û bi pirsgirêkên wan eleqeder bibin. Axa Rihayê kare debara gelek mirovan bike. Xwedî potansiyelek pir mezin e. Em wekî HDP'ê dê li her derê û bi taybetî li Rihayê li dijî xerakirin, talankirin, betalî û kedxwariyê rawestin û heta dawî têbikoşin."