Esnafên bazarê ketine derdê debara xwe 2018-01-31 11:17:29   RIHA  – Esnafên bazarê diyar kirin ku qirîza aborî bandorê li ser wan dike û gotin: “Gel feqîr e. Nikarin tiştekî bistînin. Em nikarin tiştekî bifiroşin.”    Esnafên bazara roja sêşemê ya li taxa Yenîşehîrê ya girêdayî navçeya Halîliye ya Rihayê anîn ziman ku di salek dawî de karê wan ber bi nepakbûnê ve diçe û firotina wan kêm bûye. Esnafan diyar kir ku serê sibê saet ji 03.00’an heta êvarê saet 18.00’an dixebitin û tevahiya rojê fêkî û sebzeyên nikarin bifiroşin neçarin diavêjin çopê. Esnafan got: “Gel feqîr e. Êvarê liv û tevger li bazarê zêde dibe. Li şûna em hilberînan biavêjin çopê, em neçarin bi erzanî bifiroşin. Em bê qezenc dizivirin malê xwe.”    'GEL FEQÎR E’    Ahmet Çetîn ê 10 sal e li bazarê dezgehê xwe vedike da zanîn ku di salek dawî de karê wan ber bi nepakbûnê ve diçe û got: “Ez sebzeyan difiroşim. Lê hemû hilberîn li ser dezgeh dimînin. Gel feqîr e. Êvarê liv û tevger li bazarê zêde dibe. Li şûna em hilberînan biavêjin çopê, em neçarin bi erzanî bifiroşin.”    'HILBERÎN NAYÊ FIROTIN’    Hasan Şaşlkin jî destnîşan kir ku karê wan gelek ketiye nikarin dezgehên xwe vekin û hemsiyên kîlo bi 7 TL’yî distîne nikare kîlo bi 5 TL’yî bifiroşe û di dawiya rojê de hemû masiyên wî diçin çopê.    Masîfiroş Yusuf Zirak jî got: “Heta êvarê vê bêhnê dikişînim, lê kes tune ye bistîne. Ji sala par ve di bihayê masiyan de guhertin çêbûye. Bihayê sitendinê zêde bû. Cudahiya bihayê li gorî par ji sedî 200 zêde bûye. Mişterî tune ne. Pere tune ye. Di hefteyekê de ya 100 TL an jî 120 TL qezenc dikim. Roj tê em zerar jî dikin.”    'GEL SIBEROJA XWE NABÎNE’    Mahmut Ak jî bertek nîşanî daxuyaniyên hikumetê yên “qirîz tune ye” da û got: “Ji bo gel siberoja xwe nabîne ditirse ku mesref bike. Naxwaze tiştekî bikire. Em ketine pey xelaskirina roja xwe. Esnafiya bazarê miriye. Em di vî halî de ka niha esnafên mezin çawa dikin? Yên ku 20 xebatkaran dixebitînin hene. Rewşa wan ji ya me xerabtir e. Herî kêm em hînî vê rewşê bûne.”    'EZ NIKARIM PERE BIBIM MALÊ’    Îbrahîm Gorlu jî anî ziman ku bazarvan jî ketine derdê debara xwe û der barê qirîza aborî de wiha got: “Qeweta gel a sitendinê tune ye. Li gel em malê xwe erzan dikin jî kes nikare bistîne. Her ku diçe gel xizan dibe. Qezenca me nabe. Em nikarin pere bibin malê. Ez îsotan bi 3 TL distînim, bi 3 TL û nîv difiroşim. Dîsa jî em nikarin bifiroşin.”    MA / Arjîn Dîlek Oncel