‘Berpirsiyarê krîzê rêveberên welêt in' 2021-05-13 09:03:49   MÊRSÎN - Esnafên Mêrsînê, anîn ziman ku bi pandemiyê re rewşa karê wan xirabtir bûye û gotin: "Berpirsiyarê krîza navbirî rêveberên welêt in."    Bi şewba Covîd-19'ê re krîza aborî kûrtir bû. Ji ber vê li welêt di ser 100 hezarî re esnaf dikanên xwe girtine û yên herî zêde tesîrê ji vê krîzê û rewşê digirin jî esnafên biçûk in. Li Mêrsînê esnafên ku hewl didin li ser pêyan bimînin, destnîşan kirin ku berpirsiyarê vê krîzê îqtidar e.    HER TIŞT BIHA BUYE    Alî Teylan ku li Tarsûsê dikana wî ya borekan heye, anî ziman ku li Zanîngeha Selçûk a Konyayê Beşa Karsaziyê kuta kiriye, lê piştî betal maye dest bi vî karî kiriye. Teylan, bal kişand ser qedexeyên pandemiyê û destnîşan kir ku ev yek bandoreke nebaş li karê wan kiriye. Teylan, diyar kir ku kîsê arvan berê bi 135 TL'yan dikirîn, lê niha bûye 188 TL, 18 kîlo penêr bi 250 TL'yî dikirîn niha bûye 315 TL û 18 lître rûn bi 140 TL'yî dikirîn niha bûye 335 TL.    ‘BERPIRSIYAR RÊVEBIR IN'    Teylan, anî ziman ku ji ber bihabûnê ji bêgavî ew jî fiyetan biha dikin û got: "Mixabin krîza aborî bandorê li berîka gel dike. Ji ber vê karê me jî kêm bûye. Berê me kîloya borekan bi 40 TL'yî difirot, niha ji bêgavî me kiriye 50 TL. Karê me pir kêm bûye. Berê 8 kes li dikanê dixebitîn, lê ji bêgavî 3 kes ji kar derxistine."    Teylan, destnîşan kir ku berê kesên dihatin dikanê bi qasî 2 kîloyan borek dikirîn lê niha nîv porsiyonê dikirin û got: "Berprisiyarê krîzê rêvebir in."    HER ROJ ZEM   Şerîf Akbay ku dikana wî ya tantûniyê heye got: "Hema bibêje her hefte fiyet biha dibin. Pereyê bi dest me dikeve jî têra mesrefan nake."    Akbay, bilêv kir ku mişteriyan berê tantûniya ji goştê heywanan distendin, lê niha ya mirîşkan dikirin û got: "Min berê tantûtnî bi bi 3-3.5 difirot. Lê niha bi 12 TL'yan difiroşim. Em bêjin kesek tevî malbat xwe were herî kêm dê 150-200 TL hesab bide."    ‘ÎQTIDAR ALIYÊ YÊ XWE DIKE'    Akbay, bilêv kir ku dê serî li pakêtên alîkariyê jî nedin û got: "Esnafê heqê kirê 10 hezar TL dide, dê hezar TL alîkariyê bidin ji bo kirê. Ma dê ev têra çi bike? Tiştekî komîk e. Esnaf nikare çerxa xwe bigerîne. Pergala heyî esnafên biçûk dikuje. Tenê alîkariya esnafên mezin ên alîgir dike. Dikana min aydê min e, ne bikirê ye. Heger bi kirê bûna, min ê dikan bigirta."    MA / Omer Akin - Mehmet Şah Orûç