Cotkar ji bazirgan û komîsyonvanan nerazî ne 2021-05-19 09:00:20   MÊRSÎN - Cotkar Mehmet Cevat Tan ku nikare berên xwe bifiroşe û xisiriye, bal kişand ser bazirganên ku beran di depoyên xwe de dihêlin û komîsyonvanên fiyetan zêde dikin.    Li Mêrsînê barê cotkaran giran bûye û ji ber krîza aborî her diçe barê wan girantir dibe. Cotkar herî zêde ji ber bihabûna dermanan û nefirotina berên xwe bi gilî û gazinc in. Yek ji van cotkaran jî Mehmet Cevat Tan e ku 35 sal berê ji Amedê koçî Mêrsînê kiriye.    Tan, anî ziman ku ji zarokatiya xwe ve karê çandiniyê dike û 10 sal in zebze diçîne û difiroşe. Tan ku par li eraziyekî 4 donim sera çêkiriye û xiyar çandine, anî ziman ku tu tişt bi dest wî neketiye û zirar kiriye.    PANDEMΠ   Tan, bilêv kir ku serê donimê herî kêm 30 hezar TL mesref kiriye û berên xwe jî ji mecbûrî bi erzanî firotiye. Tan, bal kişand ser fiyetê gubre û dermanan û destnîşan kir ku tevî heqê sotemenî û karkeran îsal bi qasî 100 hezar TL'yî zirar kiriye. Tan got: "Bila Xwedê alîkarê me be. Wekî din tiştekî jî nabêjim."    Tan, diyar kir ku pandemiyê û qedexeyên ji ber pandemiyê jî bandorek nebaş li wan kiriye û berê ku berê kîloya wan bi 1.5 TL'yî difirotin, di dema şewbê de bi 30 qurîşî jî nefirotine. Tan got: "Min ê berên xwe bavêtana çopê, lê ceza dibirin. Min 3 ton û nîv xiyar birin halê. Min wan di biniya 30 qurîşî re firotin. Xemgîn im. Bila dengê me bê bihîstin."    FIHÊLÊN BAZIRGANAN    Tan, destnîşan kir ku xiyarên ku bi 30 qurîşî firotine, li marketan bi 6 TL'yan tên firotin û got: "Li ber dikevim. Min nikaribû bi 30 qurîşî bifiroşe, lê li marketan bi 6-7 TL'yan tê firotin. Çi dibe bi feqîran dibe. Dê welatî çawa debara xwe bikin? Heger pêşî li ber vê neyê girtin, dê welat bixisire. Bila aliyê cotkaran bikin."    Tan, bilêv kir ku ev tişt seba bazirganan wiha dibe û got: "Li vir rantxwarî û keysperestî heye. Em nikarin xiyarên xwe bi 30 qurîşî bifiroşin, lê a din a rojê bi lîre û nîvê tê firotin. Bazirgan depoyên xwe tije dikin û a din a rojê fiyet biha dibe. Berên li Hala Mêrsînê dibin 2 lîre û nîv, heya diçin Stenbolê dibin 10 lîre."    KOMÎSYONVAN NAYÊN KONTROLKIRIN    Tan, diyar kir ku ji xeynî bazirganan komîsyonvan jî ew mexdûr kirine û ji dêvla ji sedî 9 ji sedî 20 paya komîsyonê ji wan tê stendin. Tan got: "Dê kî pêşî li ber vê bigire? Dê kî vê ekê kontrol bike? Kes kontrol nake. Em cotkaran biparêzin. Heger ne ji cotkaran be dê welatî çi bixwin? Ê ku rewşa aboriyê baş dike cotkar in. Siyasetmedarino, ji dêvla hûn bi hev kevin, em xwedî li welatê xwe derkevin."    ‘DEYNDAR IM, XEW BI ÇAVÊ MIN NAKEVE'    Tan, destnîşan kir ku parlementer jî di nav de hemû siyasetmedar ji bo rewşa welêt guhnedêriyê dikin û got: "Hûn dibêjin, 'Heya 5 salan kes li ser vê kursiyê nikare ji me re tiştekî bibêje.' Hûn rast dibêjin. Her kes dek û dolaba li serê me digerîne. Em raya xwe didin, lê hûn bi me re eleqedar nabin."    Tan got: "Em mexdûr in. Heqê me nexwin. Ma qey hûn qet li ber halê me nakevin? Heger wisa bidome, em ê nikaribin vî karî bikin û em ê dev jê berdin. Meheke derûniya min nebaş e. Xweşikî xew bi çavê min nakeve. Deyndar im."    MA / Omer Akin - Mehmet Şah Orûç