Fiyet pir biha bûn, her kes diqilqile 2021-06-19 09:00:27 MÊRDÎN - Li herêmê ji ber hişkesaliyê hem fiyetê genim hem jî yê kayê biha bû. Fikar û tirsa cotkar û esnafan, ew e ku hikûmet genim îthal bike.    Li herêmê ji ber hişkesaliyê îsal berdariya zad kêm bû. Piraniya genim îsal ji ber bêaviyê hişk bû. Ji ber vê fiyetê genim biha bû, bû 3 TL. Bi bihabûna genim re fiyetê kayê jî biha bû. Cotkar û esnaf bifikar in.   BÎÇER NEKET NAV ERDAN   Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê cotkar Hasan Taşkiran, anî ziman ku hişkesaliyê bandoreke mezin li wan kiriye û îsal ava bîran jî têra wan nekiriye. Taşkiran, destnîşan kir ku erdên bê av mane, îsal bîçer jî neketiye nav wan û ji ber bêaviyê derz li erdê wan ketine. Taşkiran, diyar kir ku berê serê donimê 600-700 kîlo genim jê dihat, lê îsal serê donimê 350-500 kîlo genim jê hatiye. Taşkiran, da zanîn ku ji ber hişkesaliy fiyetê gubre, derman û mazotê jî biha bûye. Taşkiran, anî ziman ku par derman bi 35 lîreyan kiriye, lê îsal heman derman bi 125 lîreyan e û gubreyê ku kîloya wî bi 2 lîre û 80 qurişî kiriye, niha bûye 5 lîre û 50 qurîş.    ‘MA DÊ COTKAR ÇI BIKIN?'   Taşkiran, destnîşan kir ku fiyetê genim biha bûye, lê belê mesrefên wan jî zêde bûye û got: "Ma dê cotkar çi bike? Ji bo kîloyek gubre, divê 2 kîlo genim bifiroşe. Fiyetê mazotê her roj biha dibe. Em cotkar hemû perîşan bûne. Deynên bankeyê li me ne. Kes guh nade me. Fiyetê genim biha bûye, lê çavê wan lê ye genim îthal bikin. Fiyet ji nişka ve erzan bû. Ji lew re gotin, em ê îthal bikin."   Taşkiran, da zanîn ku îsal fiyetê kayê jî biha bûye û got: "Ji ber hişkesaliyê ka jî biha bûye."    BÎÇERVAN JÎ BI GAZIN IN   Xwediyê bîçerê Serhat Îpek jî anî ziman ku berê li Amed, Xarpêt, Mûş û Sêwazê dixebitîn, lê îsal ji ber hişkesaliyê tenê li Mêrdînê dixebitin. Îpek got: "Îsal kesî ka neda bîçervanan. Îsal dê ji bo her kesî saleke zehmet be."    Esnafê Navenda Zad a Qoserê Huseyîn Tatli jî bal kişand ser mesrefan. Tatli, diyar kir ku ji ber bihabûnê gubre, derman û mazotê nayên stendin û got: "Ê dewletê jî polîtîkayek wê heye. Çend roj bi şûn de dê bi 'îthalkirina genim' gef li cotkaran bê xwendin. Rayedar dibêjin 'em ê genim îthal bikin û em ê pêşî li ber vê bihabûna fiyet bigirin.' Heger îthal bikin, jixwe dê cotkar ji binî de biqedin. Heger genim bibe 3 lîre jî, gava em mesrefan lê bar bikin tiştek bi dest me nakeve. Heger dewlet genim îthal bike, dê hemû esnaf bixisirin. Çimkî dê bi fiyetekî erzan bistîne. Gava dewlet îthal bike, dê ev esnaf çi bike? Hêviya me tune ye. Rewşa ne diyar e. Genimê niha tê stendin, em nizanin dê sibê bi çi qasî bê firotin. Kes nizane dê sibê çi bibe. Cotkar diqilqile, esnaf diqilqile, xwediyê traktoran diqilqile, kesên dibêjin dê DEDAŞ sibê kengî trafoyên ma rake diqilqilin. Tu hêviyek me tune ye."    MA / Ahmet Kanbal