Ên ku belgeya wan a karbidestiyê tune be, dê nikaribin bifiroşin 2021-06-30 09:19:08 SEMSÛR - Ji sibê pê ve dê bêyî belgeya karbidestiyê, firotina tûtinê bê qedexekirin. Hilberîneran bertek nîşanî vê qanûnê dan û gotin: "Em xwe ji ber bacê nadin alî, lê em nikarin baceke zêde jî bidin."  Ji sibê pê ve kesên "belgeya karbidestiyê" ji Wezareta Çandinî û Daristanê negirin, dê nikaribin tûtinê bifiroşin. Kesên bêyî belgeya karbidestiyê bazirganiyê bikin, dê ji 3 salan heya 6 salan ceza li wanê bê birîn. Hilberînerên tûtinê, bertek nîşanî vê qanûnê dan.    Li bajaroka Komirê ya Semsûrê ku hema bibêje tevahiya şêniyên wê bi tûtinê debara xwe dikin, bertek nîşanî vê qanûnê dan.    Mahmût Kisa (40) ku ji zarokatiya xwe heya niha karê tûtinê dike, anî ziman ku tûtina wan tûtineke xwecihî ye, lê ji ber vê belgeyê wekî ya "qaçax" tê hesibandin. Kisa, destnîşan kir ku şêniyên herê hemû tûtinê datînin û got: "Berê me bi 200-300 kîlo tûtin zarokên xwe didan xwendin, debara malbateke 5-6 kesî dikir. Lê em bi tonan bifiroşin, em nikarin tiştekî wiha bikin."    Kisa, destnîşan kir ku îqtidarê ji ber ext û zoriyên şîrketên biyanî ev qanûn çêkiriye û got: "Êdî bila ev zext û zoriyên li ser hilberîneran biqedin. Em di heman keştiyê de ne. Heger welatî karibin debara xwe bikin, ev bi kêrî dewletê jî tê. Gava pêşî li ber vê bê girtin, dê ji bo aboriyê jî bibe bar. Heger hûn qedexe bikin, ev tê wateya hûn li her gundî 10 fabrîkeyan digirin. Kesên ev biryyar girtine, ji bo gel perîşan nebe, divê çareyekê peyda bikin."    BACA HILBERÎNÊ   Kisa, diyar kir ku lêçûnên çandiniyê zêde dibin, lê fiyetê tûtinê hîn jî wekî xwe ye û got: "Lêçûnên çandina tûtinê zêde bûn. Kîsê gubre ku me par bi 70 lîreyî distend, îsal bû 300 lîre. Mazot pir biha bûye. Bi 7.75 TL'yî ye. Hilberîner tim perîşan e. Em amade ne baceke cuzî bidin, bes bila em bêtirs daxilî nav piyaseyê bibin. Niha ji sedî 60 bacekê li me ferz dikin. Ev tê wateya bipêkirina mafê jiyanê. Dê ev bandorê li milonan kesî bike. Mafê me yê jiyanê pêşkêşî şîrketên biyanî dikin. Bila gel li hev kom bibe û dengê xwe ragihîne. Gere em ji bo nanê xwe bitêkoşin."    ‘DIXWAZIN QEDEXE BIKIN'    Mehmet Çalişkan (75), bibîr xist ku heman tişt di sala 2002'yan de jî hatiye kirin û got: "Em di bin navê Platforma Tûtinê de çûn Enqereyê. Rayedaran ji me re got, 'Şîrketên biyanî vê qanûnê li me ferz dikin. Em dizanin hûn ê mexdûr bibin, lê em bi beramberiya 10 milyon dolarî vê qanûnê çêdikin.' Paşê me dîsa dest bi çandina tûtinê kir. Tûtina me, tûtina xwecihî ye, lê wekî ya qaçax dihesibandin. Gava tu diçînî ne msele ye, gava tu wê bar dikî û difiroş, mesele ye. Lê niha dixwazin ji binî de qedexe bikin."    DÊ BANDORÊ LI MILYONAN KESÎ BIKE    Çalişkan, destnîşan kir ku her kes ji ber vê qanûnê diqilqile û got: "Bil bes zilmê li vî gelî bikin. Li Semsûrê avahiyan hemûyan bikin girtîgeh jî, em ê biçînin. Em mecbûr in. Ev qanûn tenê dê bandorê li semsûriyan neke, dê bandorê li milyonan kesî bike."    Yûsûf Oren (23) jî diyar kir ku ji bo debara xwe tûtinê diçînin û got: "Berê karekî baş bû, lê niha tu qezenceke wê tune ye. Em ji vî karî hez nakin, lê gava em nekin ji mecbûrî em ê biçin bajarine din. 5 kes debara xwe bi vî erdî dike. Heger ev qedexe pêk bê, dê kes nikaribe biçîne. Bila bacê bînin, lê bila ne baceke giran be."    MA / Emrûllah Acar