Li Mêrsînê kamyonet qelibî: 11 birîndar 2021-07-06 16:33:54   MÊRSÎN - Li Mêrsînê kamyoneta ku karkerên çandiniyê tê de bûn qelibî û 11 karker birîndar bûn.    Kamyoneta bi plakaya 22 DH 254, li Taxa Emîrler a navçeya Yenîşehîrê ya Mêrsînê li dîreka ceyranê qelibî û qeza pêk hat. Di qezayê de ligel ajokarê wesayîtê 11 karker birîndar bûn. Birîndarên ku xetereya jiyana wan nîne, bi ambûlansên ku sewqî cihê bûyerê hatin kirin, rakirin nexweşxaneyên li bajêr.