‘Ên zemê dikin bila dema hilbijartinê neyê doza rayan nekin' 2021-07-08 09:06:02 WAN - Waniyan diyar kirin ku deyn dikin û heqê fatûreyên xwe didin û gotin: "Ên zemê dikin bila dema hilbijartinê neyên doza rayan nekin."  Hikûmetê li ser hev du heqê gaza xwezayî, ceryan û LPG'ê biha kirin. Esnaf Mûhammet Ertaş, diyar kir ku 700 TL deynî wî yê ceryanê hebûye û ji ber ku nikaribûye bide ceryana wî hatiye qutkirin. Ertaş got: "Ez esnaf im. Rwşa min nebaş e. Piştî bihabûnê em perîşan bûn. Hê min deynê sê mehan ê ceryana xwe nedaye. Ji roja pandemî belav bûye ve dikana min girtî ye û min tu îş nekiriye. Mirov êdî perîşan bûne. Her tişt biha bûye, êdî bes e."    BI DEYNAN DEYNÊ XWE DIDE    Îbrahîm Ûşlar, anî ziman ku her roj fiyet biha dibin û ji bo heqê fatûreyên xwe bide bi deyn pere ji hevalên xwe stendine. Ûşlar got: "Ez perîşan bûme. Bi ser de jî her roj fiyetan biha dikin. Mirov êdî nikarin gezek nan bibin mala xwe. Ji ber vê xwe dikujin. Rewşa tu tiştî jî nebaş e. Ji bo em fatûreyên xwe bidin, em diçin ji hevalan deyn dikin. Derdê me pir e, lê derman tune. Êdî nikarim ji bo malê zebze jî bikirim."    ‘BILA DOZA RAYAN NEKIN'    Husnu Ozkan jî got: "Ên zemê dikin bila roja hilbijartinê neyên doza rayan nekin. Fatûreyên me berê 100 TL bûn, niha 500 TL tên. Nikarim debara xwe bikim. Ma gere em diziyê bikin? Her tişt giran bûye. Berê kesekî debara 20 kesan dikin, lê niha nikare debara 2 kesan bike."    Halîs Demîr, bilêv kir ku ji şeveqê heya êvarê li kuçeya karkeran li benda kar e, lê ji ber temenê wî kes kar nade wî. Demîr got: "Vî zemanî debar pir zehmet bûye. Kar tune, pere tune. Serê siehê têm qehwexaneyê, heya êvarî rûdinêm. Ne meaşek min heye, ne jî dahatek min. Nikarim heqê fatûreyên xwe bidim. Berê me karibû debara 10 zarokan bike, lê niha em nikarin debara zarokekî bikin."    Abdulkadîr Temel jî diyar kir ku her roj heqê fatûreyan biha dibe û got: "Kar û emelek tune ye. Ji ber bihabûnê her roj heqê fatûreyên me biha dibin. Ne ez ne jî zarokên min, êdî kar bi dest me nakeve. Em nexebitin em ê perîşan bibin. Ez 60 salî me û min heya vî temenê xwe tiştekî wiha nedîtibû."