Şîr biha bû lê gundî sûd jê wernagirin 2018-02-06 09:03:27 ERDEXAN – Konseya Neteweyî ya Şîr, ji 1’ê Sibata 2018’an şûn ve bihayê şîr biha kir. Gundiyên li Erdexanê yên ji ber şîr hildiberînin, ji ber ku şîrê dê havînê bifiroşin pereyê xwe pêşîn sitendine ji bihabûna şîr sûd wernagirin.  Konseya Neteweyî ya Şîr ji 1’ê Sibatê şûn ve bihayê şîr zêde kir û serê lîtreyê lîreyek û 53 qirûş biha kir. Lê gundiyên Erdexanê şîrê dê havînê bifiroşin ji niha ve pereyên xwe girtine. Gundiyên bi karê sewalkariyê ango hilberîna şîr ve eleqedar dibin dê ji vê bihabûna şîr sûd wernegirin.    Serokê Koperatîfa Başbûna Çandinî ya Haskoya Hoçvan Vahît Dursunoglu diyar kir ku demên berê guhertina bihayê şîr wan bandorê li wan jî dikir û got: “Li gel me pereyên xwe pêşîn sitend jî têciran pere ji me birî. Lê niha li gel ku lîtreyek şîr lîreyek û 53 qirûş hat bihakirin jî, têcir şîrê bi litre bi lîreyekî dikirin. Têcir guh nadin vê bihabûnê û lîtreyê bi lîreyekê dikirin.”    Dursunoglu anî ziman ku bihabûna şîr li ser wan sûdê nake û wiha got: “Fîrma û têcirin şîrê me dikirin qey tu yê bêjî li hev kirine. Em rewşa xwe vedibêjin, lê kes bi me re eleqedar nabe. Firsetek ketiye destê têciran, wê jî heta dawiyê li hember me bi kar tînin. Têkildarî rewşê ez bi keyayên 21 gunda re axivîm, lê guh nedan mijarê. Li gel ku ez gelek caran bi ser mijarê ve diçim jî kes guhdar nake.”    ‘ME DIKARIBÛYA HILBERÎNÊ BIKIRINA EM Ê BIBÛNA MÎNAK’    Dursunoglu da zanîn ku li gel wan di 2009’an de koperastîf ava kiriye jî lê ji ber kêmasiyan nikarin hilberînê bikin û got: “Heke me dikaribûya hilberîna şîr pêk bianiya em ê ji bo gundên din jî bibûna mînak.” Dursunoglu destnîşan kir ku ji bo destûrnameya koperatîfê wan serî li Îdareya Taybet a Bajêr a Erdexanê daye, lê bersiva wan erênî nedane.    KAR Û ZERAR HEV DERNAXE    Dursunoglu da zanîn ku heke ew dikaribin hilberînê li koperatîfa xwe bikin tekane riya ku ji têciran xelas bibin û têcirên şîr dikirin wan dixin zirerê. Dursunoglu got ku sewalkarî karekî gelek zehmet e û kar û zirara wan hev dernaxe.    MA / Mahmut Ruvanas