Sewalvan: Aborî nemaye, gel perîşan e 2021-07-17 09:03:49 MÊRSÎN - Sewalvanan anîn ziman ku Bazara Qurbanê sekan e, mirov perîşan bûne û aborî ji binî ve hilweşiyaye.  Li Mêrsînê esnafên Bazara Qurbanan, destnîşan kirin ku 3 roj ji cejnê re maye, lê belê heya niha tu kar nekirine. 160 esnaf li bazarê ne û hin esnaf hene heya niha serfetih jî nekirine.     SEWALVANÎ NEMAYE    Mûhîttîn Yuce (35) ku ji zarokatiya xwe ve sewalvaniyê dike, diyar kir ku ji ber bihabûnê hejmara sewalvanan kêm bûye û êdî sewalvanî nemaye. Yuce, bi lêv kir ku par nêzî 500 heywanên qurbanê anîne bazarê, lê îsal nêzî 250 heywan anîne. Yuce, da zanîn ku ji ber fiyet biha bûne nikarin heywan bifiroşin û mişterî ji ber krîza aborî bêzar bûne û ev yek jî bandorê li wan dike.    Yuce, destnîşan kir ku tirsa wan ew e ku heywanên wan neyên firotin û hin sewalvan heywanên xwe bi zirarê difiroşin. Yuce, anî ziman ku heya niha tenê 12 heywan firotine û ji hikûmetê  xwest fiyeta êm erzan bike.    Fesîh Çelîk (48) jî diyar kir ku ji ber ku fiyet biha ne tenê 60 heywan anîne bazarê. Çelîk, destnîşan kir ku ji ber krîza aborî welatî nikarin qurbanan serjê bikin. Çelîk, bi lêv kir ku hilberîner perîşan bûne û lewma divê rayedar piştgiriya cotkaran û swalvaniyê bikin.    ESNAF SERFETIH NEKIRIYE    Bahrî Akagunduz ê 56 salî jî ku 36 sal in sewalvaniyê dike, anî ziman ku heya niha serfetih nekiriye û got: "Her diçe sewalvanî kêm dibe. Aborî rûxiyaye û gel perîşan e. Bila her kes vê bizanibe."    Akagunduz, bi lêv kir ku bihabûna fiyetan zirareke mezin dide sewalvaniyê. Akagunduz, diyar kir ku par 600 heywan anîne bazarê û hemû firotine, lê îsal tenê 90 mih anîne, lê heya niha serfetih nekiriye. Akagunduz, anî ziman ku wisa xuya ye dê heywanên wan di dest wan de bimînin û got: "Dê deynê me zêde bibe, ka em çi bikin. Wer xuya ye axirê ez ê dev ji vî karî berdim."    MA / Mehmet Şah Orûç