Gel ji debara xwe bi fikare: Cejn nayê bîra me 2021-07-19 09:01:57 AMED - Gelê Amedê ku pirsgirêka aboriyê dijî, nikare debara xwe bike û ji debara xwe bi fikare, Cejna Qûrbanê bîr kiriye.  Rojek berî Cejna Qurbanê, gelê Amedê li rojên livdar û çalak ên kevnar ên cejnan digere. Dezgehên berî her cejnê dihatin danîn, di vê cejnê de vale man. Her ku diçe hêza kirîn û firotinê ya gel kêm dibe. Êdî gel hatiye wê rewşê ku nikare fatûreyên ceyran, av û gaza xwezayê bide. Gel, diyar kir ku ji ber krîza aboriyê nikare mîna berê cejnan bi dilekê rehet pîroz bike.    ‘ME CEJN JI BIR KIR’   Sadet Bolû ya ku bi muçeya asgarî debara xwe dike, da zanîn ku êdî hesabê qûrişan jî dike. Bolû, bal kişand ser rewşa xwe û wiha got: “Em tenê dikarin fatûreyên xwe bidin. Kîloyek şekir bûye 30 lîre. Bi mûçeya asgerî me nikarin pêdiviyên xwe pêşwazî bikin. 3 zarokên min hene. Gelo ez ê jî kîjanê re kincan bikirim. Bi pandemiyê re krîz heyî kûrtir bû. Ji bo ku ez bêm sûkê divê tenê 5 lîre heqê rê bidim. Îro em bi 5 TL’an tenê dikarin du nanan bikirin. Êdî em hesabê qurişan dikin. Kîloya goşt bûye 80 lîre. Ez pirs dikim gelo kîjan malbat dikare bi rêkûpêk goşt bixwe?”   ‘GELÊ ME BIRÇIYE’   Derbarê krîza aboriyê de Ganî Bakir jî, nêrîna xwe anî ziman û wiha bertek nîşan da: “Dewletê alîkariya me nekir. Bihayê ceyran, gaza xwezayî, av, don û şekir zêde kir. Ji bo her tiştî zem anî. Hîna berî salekê kireya malê 500 TL bû. Niha bûye hezar lire. Malekê ku em tê de bijîn, em nabînin. Ma dê çawan cejn bê bîra me? Gelê me birciye. Me ne di cejna derbasbûyî de û ne jî vê cejnê de kirîn û firotin ne kir. Me heman kincên xwe li xwe kirin. Berê me her sal qurban dibirî, îsal em ê nebirin.”    ‘MIN DERMAN BI DEYN KIRÎ’   Welatiyê nexweşê penceşêrê Selahattîn Çakan jî, da zanîn ku bêyî ku dermanên xwe yên nexweşiya penceşêrê bikire ketiye cejnê û wiha got: “Ma ji bo mirovên mîna me cejn maye. Ji bo ku ez karibim dermanên xwe bikirim, hewl didim ji çep û rastê xwe deyn bigirim. Bila li van mirovên belengaz bifikirin, bila nexweşên penceşêrê yên mîna me bifikirin. Dermanên ku ez vedixwim bi dolaran tên kirin. Dewlet bila berî her tiştî van jî bifikire. Mirin ji vê rewşê baştire ji bo min. Di van şert û mercan de, gelo ezê cejna kî/kê pîroz bikim, ezê bi ku de biçim.”    'EZ NIKARIM KINCÊN ZAROKAN BIKIRIM’   Songul Ari jî, diyar kir ku di vê cejnê de karî ji zarokên xwe kincan bikire û wiha axivî: “Êdî em nizanin emê çawan bikin. Di vê cejnê de, wê zarokên me bê kinc bimînin. Her tişt pir biha bûye. Kî/kê dikare bi vê bihatiyê çi bikire? Rewşa em eve. Em hemû jî, baş dizanîn ku çima em di vê rewşê de ne    BI ZIRARÊ DIFROŞIN    Omer Guluş ê şekirên cejnê difiroşe jî, bi bîr xist ku ji ber krîza aborî nikarin firotinê bikin. Guluş, da zanîn ku şekir bi 23 lîreyan kirîne, lê ji neçarî bi 22 lîreyan difiroşin. Guluş, diyar kir ku di Cejna Remazanê de 17 rojan girtî man û wiha bi lêv kir: “Dewletê alîkariya kirê neda me. Êdî tu hêviyeke me nemaye. Di şekirên niha ez difiroşim de tu qezenca min tuneye. Ez bi zirarê difroşim.”