Heywan di destên sewalkaran de man 2021-07-19 16:14:24   WAN - Ligel ku ji bo Cejna Qurbatê tenê rojek ma jî, heywanên qurbanê yên anîn Sûka Heywanan a Zindî di destên sewalkaran de man.   Firotina qurbanan ên li Sûka Heywanan a Zindî ya li Wanê, dema herî xirab a çend salên paşîn dijî. Sewalkarên ji Wan û navçeyên wê hatin, diyar kirin ku li gorî par nikarin firotanê bikin û kiriyaran jî gazincên xwe yên bihabûnê anîn ziman.    BI ZIRAR DIFIROŞIN   Ji sewalkaran Mehmet Şîrîn Tunç, anî ziman ku ligel ku rojek ji bo cejnê ma jî, hîna tu pez nefirotiye. Tunç, diyar kir ku bihayê heywanên ku wî anîne bazarê 20-22 hezar TL ye û wiha got: “Lê ez ji ne çarî bi 17 hezar TL’an difiroşim. Ligel vê yekê jî ez kiriyaran nabînim. Rêjeya firotina îsal, ji gorî par ji sedî 70’î kêm bûye. Divê piştgiriya me bê kirin. Êdî em dixwazin dengê xwe bidin bihîstin.”   HÊZA KIRÎNÊ TUNEYE   Nûsret  Demîrel jî, da zanîn ku hêza kirînê ya gel nemaye û wiha axivî: “Min 35 pez anîn bazarê. Lê heya niha min tenê karî 5 pezan bifiroşim. Ger ez niha giştan bifroşim jî, ez ten dikarim zirara xwe pêşwazî bikim. Ez ji gundekê 30 kîlometre dûrî Wanê hatim. Serê sibê ez heywanan tînim û bi şev cardin dibim gund. Her carê ez 200 TL’an heqê barkirinê didim. Niha min tenê kariye, ez heqê barkirinê derbixim.”    Huseyîn Mevdut, Kerem Îsa û Şerîf Eriş jî, dan zanin ku hem hişkesahî û hem jî krîza aborî li bihayê heywanan xistiye û wiha gotin: “Ji ber krîza aborî em êdî nikarin heywanan xwedî bikin. Ji ber vê em heywanên xwe difiroşin.” Naîf Baylan jî, dest nîşan kir ku her roj zam tên kirin û da zanîn wî qurbanê xwe bi 15 hezar TL’an kirî û got bihayê heywanan pir zêde ye.