Ji bo girtina kar a 29 personelan 8 hezar û 973 kesan serlêdan kir 2021-08-11 14:44:10   ÊLIH - Li Êlihê ji bo girtina kar a 29 personelan 8 hezar û 973 kesan serlêdan kir.    Şîrketa Anonîm a Xizmetên Saziyî ya Çagatay a îhaleya “girtina kar a xizmeta xwarinê” ya Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Êlihê girtiye, ji bo 29 personelan bigire kar îlan da. Ji îlana fîrmayê re ji bo 17 garsonan 5 hezar û 702, ji bo 3 firaqşoyan hezar û 941, ji bo 3 aşvanan 191, ji bo 4 alîkarên aşvanan 545, ji bo personelekî astengdar ê paqijiyê 497, ji bo firaqşoyeke astengdar 97 kesan serî lê dan. 8 hezar û 74 kesan mafên ketina peşkê qezenç kir.    Wê hilbijartina personelan li Eywana Konferansê ya Ahmet Guneştekîn di hizûra noterê de pêk were.