Hikûmetê ji sedî 6+6 zem pêşniyarî kedkarên cemaweriyê kir 2021-08-12 13:10:49   ENQERE - Desthilata AKP'ê, pêşniyara xwe ya zemê ku bi milyonan kedkarên cemaweriyê eleqedar dike, ji sedî 6+6 û weke ferqa enflasyonê aşkera kir.    Desthilata AKP'ê pêşniyara xwe ya yekemîn a zemê ya di salên  2022 û 2023'an de bê kirin ku 4,2 milyon kedkarên cemaweriyê û 2,2 milyon teqewîtên cemaweriyê li bêndê ne aşkera kir. Wezîrê Xebat û Ewlehiya Civakî Vedat Bîlgîn, pêşniyara hikûmetê ya ji bo kedkarên cemaweriyê aşkera kir. Li gorî vê ji karmendan re ji bo 6 mehên destpêkê ji sedî 5 û ferqa enflasyonê hatdayîn û ji bo 6 mehên duyemîn jî ji sedî 6 û ferqa enflasyonê hat dayîn.    DAXWAZÊ KONFEDERASYONAN   Memûr-Sen ji bo karmend û karmendên teqawît ji bo sala 2022'an ji sedî 21, ji bo sala 2023'an jî ji sedî 17 ji bo her du salan yekûn ji sedî 38 zem dixwaze û her wiha ji bo peywirdarên cemaweriyê ji sedî 6 jî para aramiyê xwestibû.   Kamû-Sen jî ji bo mehaneya tabanê bi awayekî wekhev 600 lîre zêdebûnê û her wiha ji bo sala 2022'an ji sedî 21 zem û ji sedî 3 jî para aramiyê û ji bo sala 2023'an jî ji sedî 17 zem û ji sedî 3 jî para aramiyê xwestibû.    KESK: DIVÊ HERÎ KÊM 6 HEZAR Û 900 TL BE   Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ku di hevdîtinan de cih girtibû jî ev daxwazkiribûn:    * Qanûna bihejmara 6288 a mafê grevê ya kedkaran asteng dike bê guhertin.    * Windabûna ji sedî 8,5 a kedkaran a di 2 salên dawîn de bê telafîkirin.      * Mûçeyê herî kêm ê karmendan bibe 6 hezar û 900 TL.