KESK’ê ji bo greva ku sibê pêk bîne bang kir 2021-08-26 15:36:12   WAN - Platforma Şaxan a KESK’a Wanê  ji bo greva wê sibê li dijî mutabatakata TÎS’ê ya di navbera hikumet û Memûr-Senê de pêk hat, li dar bixe bang li kedkarên cemaweriyê kir.    Platforma Şaxan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Wanê, bi daxuyaniya çapemeniyê bertek nîşanî mutabatakata Girêbesta Komkarî (TÎS) ya di navbera hikumet û Memûr-Senê de pêk hat û rêjeyên zêmê yên hatin aşkerakirin da. Di daxuyaniya ku li avahiya KESK’ê pêk hat de Berdevkê KESK’ê yê Demê Hamît Aker axivî. Aker, diyar kir ku hikumet û konferderasyona alîgir kedkar mehkûmî hejariyê kirin û ji bo greva ku sibê biçinê banga tevlîbûnê kir.    Aker, da zanîn ku rêjeyên zamê ên hikumetê ji bo sala 2022 û 2023’yan aşkera kirin rêjeyên gelek ji enflasyona rast dûr in û wiha got: “Em weke kedkarên KESK’ê ji sibê ve rojekê çalakiya xizmetê nekirinê pêk bînin. Li ser navê têkoşîna kedê hemû kedkaran vedixwînin.”