KESK’ê li dijî TÎS’ê dest ji kar berda 2021-08-27 16:22:03   NAVENDA NÛÇEYAN - KESK’ê li dijî îmzekirina TÎS’ê ya hikumetê bertek nîşan da û ji bo rojekê dest ji kar berda.    Endamên Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ji bo li dijî îmzekirina Girêbesta Komkarî (TÎS) ya ji aliyê hikumetê ve nerazîbûn nîşan bide, li saziyên cemaweriyê ango dewletê ji bo rojekê dev ji kar berdan. Rêveber û endamên KESK’ê li gelek bajaran daxuyanî dan û li dijî îmzekirina TÎS’ê derketin. KESK’ê destnîşan kir ku ew ê mutaataka TÎS’ê ya ku hikumetê îmze kiriye nas nekin.    Rêveber û endamên Paltforma Şaxên KESK’ê yên bajarên wek Amed, Wan, Batman, Îzmîr, Manîsa, Enqere, Edene, Hatay, Mêrsîn, Stenbol û gelek bajarên din dest ji kar berdan, daketin qadan û daxuyanî dan.