Malîyeta 5 salan a polîtîkaya ewlehîparêz 600 milyar dolar e 2021-10-23 09:06:11 AMED - Aborîzan Ramazan Tûnç, anî ziman ku sedemeke sereke ya krîza aborî jî helwesta ewlehîparêz a ji bo meseleya kurdî ye û malîyeta vê polîtîkaya ewlehîparêz 600 milyar dolar e.  Li Tirkîyeyê polîtîkayên ewlehîparêz ên ji bo meseleya kurdî, bandoreke mezin li aboriya Tirkîyeyê dikin. Ji ber vê yekê û gelek pirsgirêkên din aboriya Tirkiyeyê hatiye wê astê ku êdî nikare paxila xwe ji krîzan xelas bike.    Aborîzan Ramazan Tûnç, anî ziman ku aboriya tirk bi krîzeke binyadî re rû bi rû ye û got: "Gava em li daneyên aborî mêze dikin, em bi rihetî dibînin ku niha Tirkiye ketiye nava krîzeke piralî."    Tûnç, diyar kir ku çavkaniya krîzê krîza rejîmê û krîza nebirêvebirinê ye û hikûmet gava di navbera 2005-2011'an de di çarçoveya muktesebata Yekîtiya Ewropayê (YE) de polîtîkayên malî yên girêdayî Bankeya Navendî ya Ewropayê pêk anîn, aborî bi awayekî biîstikrar mezin dibû, lê bi pêldariya aborî ya 2011'a ji hikûmetê we ye "dê bi rejîma yekzilamî aborî mezintir bibe", lê xafilîne û sedema krîza niha jî ew e ku hemû hêz li navendekê kom bûye.    DI 5 SALAN DE 600 MILYAR DOLAR   Tûnç, destnîşan kir ku hêleke herî girîng a krîzê jî meseleya kurdî ye ku ji dêvla bi rêbazên siyasî bê çareserkirin, rêbazên eskerî tên pêkanîn. Tûnç ji bo vê ev tişt gotin: "Bi rêbazên ewlehîparêz û eskerî mudaxileya li meseleya kurdî, ji sala 2015'an heya niha barekî nêzî 600 milyar dolarî li Tirkiyeyê bar kiriye. Bû sedem ku Dahata Nesafîkirî ya Neteweyî ji 960 milyar dolarî, dakeve 700 milyar dolarî."    G-20   Tûnç, destnîşan kir ku li gor daneyên ÎMF yên meha Cotmehê aboriya tirk hîn bêtir paşde çûye û di rêza 20 aboriyên mezin ên cîhanê de, rêza wê bûye 21. Tûnç got: "Li gor rapora aborî ya cîhanê ya ÎMF'ê, êdî Tirkiye nikare tevli civînên G-20'ê bibe."    PÊVAJOYEKE RÛXANDINÊ YA BI ISTIQRAR   Tûnç, anî ziman ku ji ber ku êdî çîrokeke serketinê ya ku hikûmet bibêje nemaye, krîza aborî jî ber bi hêleke vegera wê tune ye çûye. Tûnç, bibîr xist ku hikûmetê berê gava doza rayan dikir, bêjara (dîskursa) domandina îstiqrarê bi kar dianî û got: "Lê mekanîzmaya ku niha ava kirine, pêvajoyeke rûxandinê ye. Heya ev mekanîzma bidome, dê ev rûxandin zêdetir bibe."    Tûnç, bilêv kir ku heger di warê peymaneka civakî, bi awayekî demokratîk çareserkirina meseleya kurdî û di warê reformên binyadî de tiştek neyê kirin dê bi rûxandina aboriyê re gelemşeya civakî jî kûrtir bibe.