44 sal in sewalkariyê dike lê zirarê dike 2021-10-23 10:43:01 MÊRSÎN - Haci Demîr ê ku 44 sal in li Tarsûsê sewalkariyê dike bertek nîşanî zêdebûna bihayê êm, ka û dermanan da û got: "Êdî em nikarin bigihîjin leza zeman.”  Ji ber krîza aborî ya li Tirkiyeyê kûrtir dibe, cotkar ango sewalkar ji ber lêçûnên zêde yên karên xwe êdî hatine wê astê ku nikarin kar bikin. Sewalkar ji ber buhabûna êm, ka û dermanên sewalan zehmetiyan dikişînin. Par tonek ka hezar û 200 lîreyî bû îsal derketiye 2 hezar û 300 lireyî, bihaya êm jî ji hezar û 400 lireyî derketiye 2 hezar û 700 lireyî û dermanên sewalan bi heman awayî hatine bihakirin. Sewalkar gilî û gazincên xwe anîn ziman û gotin ku wan par kîloya goşt bi 24 lîreyan û îsal jî bi 28 lîreyî firotine qesaban.   Li navçeya Tarsûsa Mêrsînê Haci Demîr (53) ê sewalkariyê dike, 44 sal berê ji navçeya Dihê ya Sêrtê ku ji 14 saliya xwe ve bi sewalkariyê re mijûl dibû derket û li Tarsûsê vî karî dewam kir. Demîr bi lêv kir ku ew koçer in û tevî ew di vî karî de zirarê dikin jî dîsa jî didomînin.    GELEK KESAN DEV JI SEWALKARIYÊ BERDA YE    Demîr destnîşan kir ku ew bi salan e bi karê sewalkariyê re mijûl e û got: “Divê em an vî karî bi temamî berdin an jî em bi zirarê bikin. Gelek sewalkaran top avêtine û ji neçarî dev ji vî karî berdan e. Piştgiriya ku dewlet dide têra me nake û piraniya me vê piştgiriyê nagirin. Ne hêja ye ku em vê tahdeyê dikişînin.”    Demîr diyar kir ku wan pezên ku ji bajarên bakurê Kurdistanê dikirin û anîne Tarsûsê, bi qasî 5 mehan xwedî kirine û wan heywanên ku xwedî kirin jî firotine qesaban û zirar kirine.    ‘EM NIKARIN BIGIHÎJIN LEZA ZEMAN’    Demîr da zanîn ku cotek mihên ku ew ji bo xwedîkirinê dikirin di nav 4 mehan de bi qasî hezar û 500 lîre lêçûnên wan çêdibin û heger cota mihan bi qasî 150 kîloyan bide zirarê nakin. Demîr bertek nîşan da û diyar kir ku bihaya êm ka û dermanên sewalan du qat zêde bûye, lê 4 lîre zem hatiye ser goştê sewalan. Demîr got: “20 sal berê buhayê kîloyek goşt bi bihayê 32 kîlo ceh bû. Îro buhayê 3 kîlo goşt bi bihayê 32 kîlo ceh tê. Bihayê pez stabîl dimîne, lê bihaya 3em, ka û dermanan jî zêde dibe. Em êdî nikarin bigihîjin leza zeman.”