Dolar derket 9,85 TL'yan û rekoreke din şikand 2021-10-25 12:37:28   ENQERE - Piştî fermana daxistina faîzê ya Erdogan û geşedanên piştî wê dolar bi rekorê dest bi hefteyê kir û derket 9,85 TL'yan.    Fermana Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan a ji bo daxistina faîzê û geşedanên piştî wê bûn sedema helandina lîreyê tirk. Di bazara serbest de dolar bi 9,73'an dest bihefteyê kir û derket dora 9,80'an. Di saetên şevê de rekor şikand û heta 9,85'an jî derket. Di saetên serê sibehê de hinek kêm bû daket 9,73 TL'yan.    Dolar, di bazara serbest de bi 9,7300 TL'yan tê kirîn û bi 9,7320 TL'yan jî tê firotin. Euro jî bi 11,3680 TL'yan tê kirîn û bi 11,3700 TL'yan jî tê firotin.    BANKAYÊN CEMAWERIYÊ FAÎZÊ DAXISTIN   Li aliyê din bankayên cemaweriyê jî piştî biryara daixstina faîzê ya Bankaya Navendî, li gorî berhem û demê rêjeyên xwe yen faîzê daxistin. Her sê bankayên cemaweriyê bi daxuyaniyeke hevpar raginandin ku ji 22'ê cotmehê şûn ve rêjeyên xwe yên faîzê heta baza 200 poxanî daxistine.