Budçeya Gel: Em ê dawî li şatafata Qesrê bînin 2021-10-25 16:00:58   ENQERE - Komîsyona Aboriyê ya HDP’ê “Budçeya Gel” eşkere kir û ew ê dawî li şatafata Qesrê bînin û ew bikin ku budçe ji bo polîtîkayên aştiyê were xerckirin.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li dijî Budçeya Rêveberiya Navendî ya Sala 2022’an metna “Budçeya Gel” amade kir û bi civînek çapemeniyê li Meclîsê eşkere kir. Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê ku Komîsyona Aboriyê Berpirsiyar e Garo Paylan, Cîgira Hevserokên Giştî yên HDP’ê ku ji Komîsyona Kedê Berpirsiyar e Şaziye Kose, Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê ku ji Komîsyona Ekolojiyê Bepirsiyar e Nacî Sonmez û Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê ku ji Komîsyona Polîtîkayên Tenduristiyê û Civakî Berpirsiyar e Samet Menguç beşdarî civînê bûn.    Garo Paylan daxuyanî da û wiha got: “"Butçeya ji qesrê ji sedî 1 bû, bûdçeya qesrê, budçeya şer û alîgiran e. Me derbarê budçeyê de bi gel re hevdîtinan kir û li daxwazên wan guhdar kir. Em li Agirî, Mêrdîn, Enqere û Stenbolê bi gelek aliyên gel re hatin cem hev. Me budçeya gel ji bo bibe alîgiriya ked û gel amade kir.   EM Ê DAWÎ LI ŞATAFATÊ BÎNIN   Em ê dawî li vê şatafata li Qesrê bînin û hemû qesrên dimeşin, digerin û avjeniyê dikin bifiroşin. Kesê ku di sektora dewletê de bixebite, serokkomar û wekîl jî di nav de, dê ji 3 qatan mûçeyên asgarî nesitînin. Bi vî awayî em ê çavkaniyan dabîn bikin. Em ê dabîn bikin kesên di saziyên cemaweriyê de dixebitin, 3-5 mûçe negirin û bikin ku yek mûçeyê werbigirin. Em ê bi polîtîkayên aştiyane lêçûnên şer kêm bikin. Em ê çavkaniyên ku ji budçeyê diherikin şîrketên alîgir rawestînin. Em ê muafiyeta bacên ku ji sermayeye re diçin û efûyên bacan rawestînin.    BANG JI BO SAZIYAN    Em bang li hemû sendîkayan, hemû beşên civakê û rêxistinên civakî yên sivîl dikin ku li dijî vê bêwîjdaniyê bikevin tevgerê. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku têkoşînek hevpar bidin.”   BUDÇEYA JIN Û CIWANAN   Paylan di dawiyê de xal bi xal budçeya ji bo gel eşkere kir. Paylan got ew ê mûçeya asgarî bikin 5 hezar lîre. Paylan got divê budçeya jinan pêk bînin û dawî li projeyên rantê ku talana ekolojiyê pêk tînin bînin. Paylan da zanîn ku wê budçeya gel ji bo ciwanên ku hêviya xwe siberojê winda kirne bibe hêvî û mehê 2 hezar lîre burs bidin xwendekarên zanîngehan.    BUDÇEYA WAN LI GEL COTKARAN E    Paylan diyar kir ku ew ê budçeya zarokan jî saz bikin û pêdiviyên bingehîn ên zarokan mîsoger bikin. Paylan got ew ê ji bo astengdaran jî budçeyê veqetînin û ji wan re bibin alîkar. Paylan anî ziman ku budçeya gel li cem cotkarên ku nikarin zeviyên xwe biajon e û wê ji bo cotkaran jî budçeyê veqetînin.    PIŞTEVANIYA ESNAFAN DIKE    Paylan diyar kir ku budçeya gel wê ji daxwaza kedkarên cemaweriyê ku bi ferqîriyê re têdikoşin bibe bersiv û wê hemû kesên hatine îxrackirin vegerin ser karê xwe û budçeya gel wê nefesê bide teqewîtan. Paylan destnîşan kir ku wê budçeya gel ji esnafan re bibe alîkar û her wiha wê piştevaniya kesên ku qet dahatûya wan nîne re bike. Paylan got wê bêkarî bi dawî bibe û budçeya ew pêşniyaz dikin ji daxwazên gel re dê bibe bersiv.