Tundiya li mamoste hatibû kirin hat şermezarkirin 2021-10-27 11:47:02   AMED - Li Amedê tundiya ji aliyê malbatên xwendekaran ve li dibistanekê li mamosteyan hatibû kirin hat şermezarkirin.    Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerdehî û Zanistê (Egîtîm-Sen) ya Amedê, ji bo hempîşeyên xwe yên li Dibistana Navîn a Şehîd Mehmet Huseyîn Balta ya li Semta Seyrantepe ya navçeya Yenîşehîrê ji aliyê malbatên xwendekaran ve rastî tundiyê hatin li pêş dibistanê daxuyanî da çapemeniyê. Endamên Sendîkaya Yekitiya Perwerdekaran (Egîtîm Bîr-Sen) jî tevlî daxuyaniyê bûn.  Di daxuyaniyê de pankarta “Ji tundiya li perwerdekaran re bêje bes e” hat vekirin.    Di daxuyaniyê de ewilî Serokê Şaxa Hejmara 1’an a Egîtîm Bîr-Sena Amedê Ramazan Tekdemîr axivî. Tekdemîr, diyar kir ku ferqnekirina cidiyeta xetereya kesên di qada perwerdehiyê de biryarê digirin, rewşeke xeternak e û wiha got: “Heke em bixwazin bikevin pêş tundiyê, divê hemû faktor berçav bên girtin û wisa polîtîka werin pêşvebirin.”    ‘PERGAL NIKARE BIBE ÇARE’   Hevseroka Şaxa Hejmara 2’yan a Egîtîm-Sen’a Amedê Zûhal Sezer jî da zanîn ku êrişa duh pêk hat bi lezgînî hewcedariya hiqûqeke pîşeyî ya ku mamoste diparêze nîşan da û wiha got: “Asta yekemîn ku tundiyê bi perwerdehiyê ji holê rakî, guhertina bername û têgihiştinê ye. Divê êdî bê dîtin ku ev paradîgmaya perwerdehiyê tundiyê asteng nake. Pergaleke ku pirsgirêkan diafirîne, nikare bibe çare.”   ‘DIVÊ BERGIRÎ BÊN GIRTIN’   Sezer, ji bo tundî bi dawî bibe û çareseriyeke mayînde û şênber were afirandin bang li rayedaran kir û wiha axivî: “Di serî de Wezareta Perwerdehiya Netewî (MEB), hemû rayedaran vedixwînin ku bi lez tevbigerin û bergiriyên qanûnî yên pêwîst bi lez bigirin. Heke bergiriyên mayînde neyên wergirtin dibe ku sibê bibe derengtir. Em weke sendika hemû tundiyên li dijî kedkarên perwerdehiyê pêk tên şermezar dikin.”