Li Amedê KHK hatin şermezarkirin: Wê hesabê bidin 2021-10-28 16:09:11   AMED - Berdevkê Demê yê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê Mehmet Ceylan, diyar kir ku ew kesên ji KHK’yan hêz girtin û her cure bêhiqûqî pêk anîn, wê teqez li pêş darazê hesabê bidin.”   Endamên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, salvegera Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan de (KHK) ku piştî hewldana derbeyê ya di 15'ê Tîrmeha 2016'an de hatibû îlankirin, hatibûn derxistin li pêş Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolû ya navçeya Rezana Amedê bi daxuyaniyekê şermezar kirin. Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Amedê Zeyyat Ceylan, Hevşaredara Bismilê Gulşen Ozer ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin, Serokê Baroya Amedê Nahît Eren, endamên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Wê KHK biçin em ê bimînin” hat vekirin.    AKP WÊ BIÇE   Di daxuyaniyê de ewilî Sekretera Jinan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Done Gevher Koyûn axivî. Koyûn diyar kir ku pêkanînên Rewşa Awarte (OHAL) berdewam dikin û wiha got: “Em ê li dijî pêkanînên li derveyî hiqûqê derxistina dengê xwe bidomînin, we hevalekî me bi tenê jî li paş ve nemîne. Heta ku hemû hevalên me vegerin, em ê têkoşînê bidomînin. Heta ku hemû gazinên ku hevalên me heta niha kişandine çareser bibin wê têkoşîna me bidome. Rewşa Awarte, pêkanînên bêhiqûqî, hemû dîktator û AKP'ê wê biçin, em kedkar em ê bimînin.”   Piştî Koyûn, Berdevkê Demê yê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê Mehmet Ceylan daxuyaniya hevpar xwend. Ceylan, bi lêv kir ku ji OHAL’ê ve li Tirkiyeyê pergaleke bêhiqûqî û keyfî heye. Ceylan, bi bîr xist ku ligel OHAL’ê bi 15 KHK’yan 130 hezar xebatkarên cemaweriyê ji karê xwe hatin avêtin, pişt re ji van 7 hezar 500 bi biryara Komîsyona Kirariyên OHAL’ê paşve vegerîn ser karê xwe.    ‘TEMAMÎ BÊ HIQÛQÎ YE’   Ceylan, destnîşan kir ku peywîrdarên cemaweriyê di çarçoveya biryarên ku sendika digirin de mafên wan yên çalakiyên komî hene û wiha berdewam kir: “Di vê mijarê de gelek biryarên DMME, Şûraya Dewletê û daraza îdarî hene. Ji bo xebatkarên perwerde û zanistê bi bikaranîna mafên xwe yên demokratîk ên di hiqûqa navxweyî û hiqûqa navneteweyî de hatine ewlekirin û rastî cezayên îxrac, sekinandin û dersînorkirinê tên, bi temamî ne hiqûqî ye.”   WÊ HESABÊ BIDIN   Berdewamkirina Komîsyona OHAL’ê, îspata berdewama OHAL’ê ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dîsa em dibînin ku bêyî KHK'ê derxistina ji saziyan û derxistina ji kar hê jî didome. Weke rêxistinên sivîl, em dixwazin Komîsyona OHAL’ê demildest bê rakirin û her kesên ku serî li vê komîsyonê dane û negirtine kar, divê îadeyî karê xwe bên kirin. Kesên ji KHK’yan hêz girtin û her cure bêhiqûqî pêk anîn, wê teqez li pêş darazê hesabê bidin.”