Şîroveya gelê Dîlokê ya qrîzê: Êdî kirîna nan jî zehmet e 2021-11-01 09:01:17 DÎLOK - Berovajiyê  gotinên desthilatê yên mîna "Qrîza aborî tune ye" û "Aboriya me difire" gelê Dîlokê dibejê ku  êdî kirîna nan jî ji bo wan zehmet e. Li Tirkiyeyê her roj bandora qrîzê girantir dibe. Rexmî vê rewşê jî Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan, 28'ê cotmehê di Merasîma Vekirina Navenda Çanda Ataturk (AKM) de angaşt kir ku li Îngilîstanê, Ewropayê, Amerîkayê refên dikana vala ne. Em jî li ser rêya bolî û bereketê dewam dikin." Berovajiyê gotinên Erdogan welatiyên ku li Dîlokê em li ser krîza aborî, bihabûna jiyanê û hêza kirînê bi wan re axivîn, diyar kirin ku di peydakirina madeyên jiyanî yên bingehîn de zehmetiyan dikişînin.    BERHEMA BI 10 TL'Yî BÛ 70 TL   Esnafê bi navê Osman Ozyîgît ku salên dûr û dirêj e li Kolana Gazî ya navçeya Şahînbeyê kincan difiroşe, têkildarî qrîzê wiha axivî: "Berhema ku me bi 10 TL'yî difirot ji nişke ve derket 70 TL'yî. Ji ber bilindbûna dolar atolyeya ku hevpeymana pê re heye 2 heftene berheman dernaxe. Rexmî ku em ji wan re pere dişînin jî sê çar şîrket berhem ji me re naşînin. Ew nikarin qumaş bikirin ji ber ku dolar zêde dibe. Dolar her roj bilind dibe û nikarin asteng bikin. Pereyên welatên ku li ser nexşeyê nedihatin zanîn jî ji pereyê me qîmettir bû. Mirovên berê 3 berheman dikirîn, niha zehmetiyê dikişînin ku yekê bikirin."    Ozyiğit, destnîşan kir ku bihabûn bandorê li ser danûstandina xurek jî dike û ev tişt got: "Bihayê hêkan her roj zêde dibe. Mirovan bi kartol û pîvazan mehf kirin. Divê bihayên xwurekan bên sererastkirin. Cotkar jî qezenc nake. Divê biha ewqas bilind nebin. Pandemî heye, divê xwe ewqas zêde li Tirkiyeyê nede hîskirin."   HER ROJ ZEM   Welatî Ayşe Yildiz ku dan û standinê dike jî ev pirs kir: ""Em nikarin debara xwe bikin. Tenê 2 hezar û 500 TL teqawîda hevjînê min heye. Kirê hezar TL ye, fatore jî 500 TL ye tenê hezar TL dimîne. Berê dema em diçûn bazarê me bi 50 TL'yî bi poşetan tiştan dikirîn, lê niha bi 100 TL'yî em nikarin tiştekî bikirin. Ez ji sibehe ve digerim, pişta min diêşe, lê min tiştek bi dest nexist. Her roj zem heye. Wê çi bibe ji vî halê me?    DI 77 SALIYA XWE DE DENDIKAN DIFIROŞE   Abdulkadîr Bagci (77), tevî teqawîtbûyî ye nikare debara xwe bike, li Kolana Sadikoglû ya bajar rexmî emre xwe yê mezin û nexweşiyên xwe jî debara xwe bi firotina dendikên zebeşa dike, wiha got: "Mehane 2 hezar 200 TL mûçeyê teqawîtbûna xwe digirim. Mal şevnişîn e, kirê tune ye, lê em bi fatoreyan re nagihînin. Ez bi mûçeyê xwe yê teqawîtbûnê li çar kesan dinêrim. Ji bo debarê zehmetî dikişînim lê divê bixebitim."    DENG JI AKP'Ê RE TUNE YE   Li Kolana Hurriyetê, Ayhan Karahan ku 6 sal beriya niha teqawît bûye û me mîkrofon dirêjî wî kir jî têkildarî rewşa xwe ya aborî ev tişt anîn ziman: "Ez mehê bi 2 hezar TL'yî 2 zarok didim xwendin. Ji ber ku em li şevnişînê ne kirê nadin. Em diçin danûstendinê, lê em nikarin tiştên bi dilê xwe bikirin. Weke Ku Erdogan dibêje bolî tune ye. Dema em diçin dikanê, nikarin di bin 100 TL'yî de derkevin. Berê me 5 lître rûn dikirîn, niha em bi zehmetî lîtreyekê dikirin. Yên ku vê desthilatê anîn ser kar em bûn. Me dengê xwe da, lê mixabin di demên dawî de gêj dibe. Min berê dengê xwe da AKP'ê, lê ez ê careke din deng nedimê."    'KES BI DESTÊ ME NAGIRE'   Furkan Horoz ê 18 salî ku li Kolana Hurriyetê em pê re axivîn jî wiha got: "Mûçeyê kêmtirîn 2 hezar û 800 TL ye. Eger mirovên vî welatî bi rê ve dibin dikarin bi vê berdêlê bijîn, em jî dikarin pê bijîn. Ji ber ku pirsgirêk nayên çareserkirin, ji ber ku kar nîne ciwan dixwazin biçin Ewropayê. Ez werzîşvanekî boksê yê amator im, lê tu kesî destê min negirt. Dolar serê xwe hildaye û diçe, ez ê rojekê bizewicim, lê çawa? Em di her tiştî de zehmetî dikişînin. Divê hilbijartineke pêşwext çêbibe. Ev heft sal in ez sempatîzanê MHP'ê me. Lê heke hilbijartinek çêbibe ez ê dengê xwe bidim HDP'ê. Ji bo ku yên li ser serê me biçin ez ê dengê xwe bidim. Ciwan êdî vê desthilatê naxwazin."    LI ŞÛNA DIBISTANÊ KARGEH   Yusuf Polat (19) jî wiha axivî: "Xeyala min çûyîna dibistanê bû. Lê ez di 19 saliya xwe de li kargeha şekir dixebitim. Ez rojê 12 saetan dixebitim û mûçeyê min heqdestê asgarî ye. Divê ez bixebitim, çar birayên min hene û divê ez bi wan ra eleqedar bibim. Du sal berê neçar mam ku dev ji dibistanê berdim. Ji bo ku ez li malbata xwe miqate bibim min dev ji dibistanê berda."   'XEYALÊN MIN ÊN TEQAWÎTBÛNÊ CUDA BÛN'   Hasan Huseyîn Erdogan (68) ku me li Parka Yuzuncu Yilê mîkrofon dirêjî wî kir jî da zanîn ku teqawît e û ji xwe re li karekî digere û ev tişt anîn ziman: "Teqawîta min 2 hezar û 600 TL ye. Kirêya xanî hezar û 300 TL ye. Zehmet e ku di vê serdemê de bi hezar û 300 TL'yî bijîm. Em nikarin fêkî bikirin, kes nikare tişta dixwaze bikire. Ez gelek salan xebitîm û teqawid bûm, lê ev ne xewna min a teqawîtbûnê bû. Xeyaleke min hebû ku mirovane bijîm. Berê jîyan hêsantir bû. Piştî şewbê aborî hilweşiya . Li Meclîsê muzakereyên budçeyê hene, bila budçeya teqawîtan ji wan re bê veqetandin. her tişt zêde dibe."    'KIRÎNA NAN ZEHMET E'   Mehmet Çûlha (45) jî ev tişt got: "Ez welatiyê astengdar im. Ez ji ber organên xwe yên navxweyî hatim teqawîtkirin, lê nikarim debara xwe bikim. Zivistan tê, li malê dar an jî komir tiştekî ku bişewitîne nîne. Çima kes alîkarîya min nake? Ji bo razanê nivîneka min jî tune ye. Di kirîna nan de jî pir zehmetî dikişînim. Min dengê xwe gihand Walî, lê tiştek nekirin."   MA / Emrûllah Acar-Ferhat Çelîk