Her meh herî kêm 80 bijîşk berê xwe didin derveyî welat 2021-11-03 09:15:08 AMED - Endamê Konseya Navendî ya TTB'ê Halîs Yerlîkaya, diyar kir ku her meh herî kêm 80 bijîşk serî li TTB'ê didin ku biçin li derveyî welêt bixebitin. Yerlîkaya, an, ziman ku wisa bidome dibe ku li nexweşxaneyên dewletê bijîşk nemînin.  Her diçe hejmara bijîşkên ku ji bo biçin li derveyî welêt bixebitin serî li Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) didin zêde dibe. Bijîşkên ku ji ber pandemiyê di şertên dijwar de dihatin xebtandin berê jş daxuyaniya "em neman" dabûn û gelek bijîşk îstifa kiribûn.    HER SAL 80 BIJÎŞK DIÇIN   Endamê Konseya Navendî ya TTB'ê Halîs Yerlîkaya, ragihand ku di 18 mehên dawî yên pandemîyê de 8 hezar bijîşk ji nexweşxaneyên dewletê îstifa kirine û derbasî nexweşxaneyên taybet bûne yan jî çûne derveyî welêt. Yerlîkaya, bilêv kir ku niha hema bibêje pergala tenduristiyê rûxiyaye û got: "Bijîşk ji bo biçin li derveyî welêt bixebitin serî li TTB'ê didin ji bo daneyêns icîlê. Hejmarên di dest me de xeteriya rewşê didin der. Di sala 2012'an de kesên ji bo biçin li derveyyî welêt bixebin serî li TTB'ê dan salê 59 bû, lê niha zêdetir e. Her sal bi qasî hejmara 6 fakulteyên tibê, yanî her meh herî kêm 80 bijîşk diçin derveyî welêt."    BINPÊKIRINA MAFAN   Yerlîkaya, destnîşan kir ku tenê tenduirstkar li dijî pandemiyê têdikoşin û di vê pêvajoyê de gelek mafên tenduristkaran hatine binpêkirin. Yerlîkaya got: "Jixwe mafên xebatkarên tenduristiyê bi bernameya 'veguherandina tendurstiyê' re her diçe hîn bêtir tên binpêkirin. Ji ber stratejiya ji bo şewbê ku li nexweşxaneyan hat kirin û ji ber bargiraniya kar, gelek kedkarên tenduristiyê bi vê şewbê ketin û jiyana xwe ji dest dan. Bijîşk û xebatkarên tenduristiyê di şert û mercên dijwar de xebitîn. Qîrîna kedkarên tenduristiyê ku gotin 'em neman' heya demeke dirêj jî nehat bihîstin. Ev yek bi îstifakirinan xwe da der."    ‘BIJÎŞKÊN MEZÛN NAYÊN NAYÊN XEBITANDIN'   Yerlîkaya, anî ziman ku rewşa bijîşkan ji nedîtî ve tê û got: "Mixabin îqtidarê ji bo vê tu tevdîr negirtin. Di dema pandemiyê de derket holê ku bê bijîşk û kedkarên tenduristiyê çi qasî hatine bêqîmetkirin li vî welatî. Bijîşk di dema pandemiyê de ketibûn etra jiyanê û ji bo vê bênavber dixebitîn, lê belê bi vê re jî bi betalî, derxistina ji kar û xizaniyê re rû bi rû man. Ji ber rejîma yekzilamî di dema pandemiyê de jî derxistina kar dewam kir û em bûn şahid ku kesên bijîşktî kuta kirine nayên xebitanin."    'DIBE KU NEXWEŞ BIJÎŞKAN PEYDE NEKE'   Yerlîkaya, destnîşan kir ku ji ber şert û mercên giran ên xebatê û bidestnexistina heqê kedê, her diçe hejmara bijîşkên nexweşxaneyên dewletê kêm dibe û got: "Ev yek bi taybetî dê li bajarên herêmê bibe sedema pirsgirêkên mezin. Jixwe bi taybetî li bajarên herêmê di warê randevûyê de pirsgirêkên gelekî mezin hene. Di dema pandemiyê ji ber ku tevahiya xebatkarên tenduristiyê li ser pandemiyê hûr bûn, dermankirina welatiyên din hat taloqkirin. Ji ber şert û mercên kar û nebidestxistina heqê kedê her diçe hejmara bijîşkên li nexweşxaneyên dewletê kêm dibe Heger wisa bidome dibe ku roj bê li nexweşxaneyên dewletê bijîşk nemînin."