Di dema AKP'ê de 28 hezar û 380 karkeran jiyana xwe ji dest daye 2021-11-03 13:30:08   STENBOL - Meclisa ÎSÎG'ê, ragihand ku di dema AKP'ê de 28 hezar û 380 karkeran jiyana xwe ji dest daye.    Meclisa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG), rapora xwe ya derbarê mirina karkeran a navbera salên 2002-2021'an de aşkera kir. Di raporê de hat diyarkirin ku dema AKP'ê de li Tirkiyeyê ji bo karkeran tiştekî neguheriye û hat ragihandin ku di dema AKP'ê de 28 hezar û 380 karkeran jiyana xwe ji dest daye.