Dixebitin, lê nikarin debara xwe bikin 2021-11-05 09:06:26 ENQERE - Bazarvanan diyar kirin ku ji ber bihabûna fiyetan nanoziko dixebitin û gotin: "Em dixebitin, lê ne danehevek me, ne veberhênaniyek me, ne pêşerojek me û ne jî sîgortayek me heye, em nikarin debara xwe bikin."  Krîza aborî û li ser hev du bihabûna fiyetan bandorê li tevahiya civakê dike. Esnafên bazarê ku şeveqê zû dest bi kar dikin, dikin nakê heqê keda wan bi dest wan nakeve. Esnafên Bazara Kedê ya li Taxa Emek a Çankayayê, krîza aborî û bandora wê ya li dezgehên wan nirxandin.    DIXISIRIN   Avnî Ozen ku 28 sal in li bazaran dixebite, diyar kir ku kêliya ku dezgeha xwe vedike her tişt lêçûn e û got: "Îro gava mazot biha bibe, qase û kîsikên em dikirin jî biha dibin. Çi bê biha bibe bandorê li me dike. Gava em hewl didin em vê bihabûnê nedin ber kirîgern, wê çaxê tiştek di dest me de namîne."   Ozen, destnîşan kir ku ev qas sal dişixule lê hê îsal xanî stendiye, lê ew jî bi krediyê stendiye û got: "Ez mehê 2 hezar û 250 TL heqê krediyê didim, lê du meh in min texsît nedane. Çima? Ji lew re ez nikarin di bin lêçûnan de rabim, lêçûn pir in. Ez tu tiştî nefiroşim jî, lê gava ez vê dezgehê vekim mesrefê wê hezar û 500 TL ye. Dev jiq ezencê berde, xisara wê heye. Em rojê bi qasî 300 TL'yî kîsikan didin. 3 hevalên min li cem min dixebitin û ez 250 TL heqdestê didim wan. Yanî heqdesta 3 kesan 750 TL ye û bi ser de jî heqê xwarinê, a ji te re bû hezar TL. Wesayîtek tê ji bo abrkirina malzemeyan, em 200 TL'yî didin wê. Yanî rojê herî kêm hezar û 500 TL lêçûna me ye."   DIVÊ ALÎKARIYA COTKARAN BÊ KIRIN   Ozen, xwest ji dêvla berên îthal piştgiriya karkeran bê kirin û got: "Em îthal dikin, lê tu fêdeya wê ji bo me tune ye. Ev bazareke gel e. Gava hûn lê binerin, diviya bû ji mirovan xalî nebûna. Diviyabû çerxa aboriyê li vir bigeriyana. Lê em qîmeta cotkarên xwe nizanin, ji ber vê em ketine vî halî. Heger em piştgiriya cotkarên xwe nekin, em ê xirabtir bibin. Divê budçeya dewletê û xezîne payekê ji bo me terxan bike. Niha yê mexdûr ez im."    'EM NANOZIKO DIXEBITIN'   Mahîr Dara, diyar kir ku 20 sal in li bazarê dixebite û got: "Em nanoziko dixebitin, lê ne danehevek me, ne veberhênaniyek me, ne pêşerojek me û ne jî sîgortayek me heye, em nikarin debara xwe bikin." Dara, destnîşan kir ku krîza aborî bandor li her kesî kiriye û got: "Guherîn şert e, heger guherîn çênebe em ê heya 25 salên din jî bi xwe ve neyên. Ji lew re aboriya me nemaye, em noq bûne çûne."     Yuksel Can jî 35 sal in bazarvaniyê dike û ji bo debara xwe bike, di ber re karine din jî dike. Can, destnîşan kir ku lêçûnên wan ên rojane ji qezenca wan a rojane zêdetir in û got: "Niha em ketine etra roja xwe. Berê me sed qase difirot, niha em nikarin deh qase bifiroşin."    HER TIŞT MESREF E!    Fûat Yavûz jî diyar kir ku bi kûrbûna krîza aborî re êdî esnafên bazarê nikarin debara xwe bikin. Yavûz, bilêv kir ku par heftê bi 100 TL'yî mazot dişewitand, lê îsal heftê di ser 150 TL'yî re dişewitîne û got: "Mandelînên ku me par bi 2 lîre û nîvan disitend, niha di biniya 4 lîreyan re bi dest me nakeve. KDV, heqê hemal, heqê kîsikan heye. Her tişt bûye lêçûn."