Firingiyên wan di nav erde de man! 2021-11-09 09:10:21 RIHA - Cotkarên ku di meha Adarê de firingî çandin, ji ber ku piştî çandiniyê lêçûn zêde bûn û li ser hev di fuyet biha bûn, ji bêgavî firingiyên xwe di nav erd de hiştin.    Li Rihayê firingiyên ku fiyetê wan ê firitinê di biniya lêçûnan re ye, di nav erdan de man. Li gundê Badrik yê Sêweregê cotkarên ku li nav erdekî îcare çandine, nikarin firingiyên xwe bifiroşin. Piştî ku komîsyonvanan heqê firingiyan pir kêm kir, cotkaran jî dev ji berhevkirina firingiyên xwe berdan.    Ahmet Cenan (67) ku nêzî 50 sal in bi çandiniyê debara xwe dike, anî ziman ku di meha Adarê de erd îcare kirine û dest bi çandiniyê kirine. Cenan, got: "Hilberîn zehmet bûye. Em di meha Adarê de şitilan, dermanan û gybre dikirin, karkeran didin xebitandin. Em 9 mehan dixebitin, lê tiştek di dest me de namîne."    LÊÇÛN ZÊDE NE   Cenan, diyar kir ku gava di Adarê de dest bi çandina firingiyan kirine heqê mazotê bi 6,32 TL'yan bûye, lê niha bûye 8 Tl û got: "Me kîsê gybre bi 200 TL'yî dikirî, lê niha bûye du qat, yanî 400 TL. Me gybreyê ewil bi 200 TL'yî kir, me yê dudoyan bi 300 TL'yî kirî û yê dawî jî bi 400 TL'yî. Her cara ku em dikirin bihatir dibe. Komîsyonvan jî berên me bi fiyetekî erzan dikirin, lewma em nafiroşin."    LI NAV ERD XERA BÛN   Cenan, da zanîn ku firingiyên wan di nav erd de xera bûne û got: "Me gelek mesref kir. Lê em niakrin wan berhev bikin. Heger em berhev bikin em ê bêtir bixisirin. Em berhev nekin jî em ê bixisirin. Kîloya wan bi lîreyekê dikirin, lê li marketan bi 6-7 TL'yan e. Ê ku ditahbe em in, lê yên qezenc dikin ne em in. Berê çêtir bû. Me bi xwe tovên xwe diçand, lê niha tovê xwecihî tune ye. Em şitilan bi xwe jî ji fabrîkeyan distînin. Pir biha difiroşin. Berê gybre, derman û mazot erzan bûn, lê niha nayên kirîn."   LI BENDA ÇAREYEKÊ NE   Cotkar Emîn Çalişkan (60) diyar kir ku heqê keda wan bi dest wan neketiye û bal kişand ser zemên ku li ser hev du tên kirin: "Zivistan hat, lê firingî hê jî li nav erd in. Em erd îcare dikin. Em 7-8 mehan li nav erdan e. Rê tune, em ceryanê jî bi panelên rojê bi dest dixin. Şert û mercên me giran in. Dyh baran baruya, hemû konên me di bin avê de man. Şertê em tê de ne ji bo tenduristiya mirov nebaş in. Lê li gel ev qas talûkeyan jî, em dixebitin. Berên me di nav erd de man. Dirizin. HEr tişt biha dibe. Tu diçî marketê tu nikarî rûn bikirî. Li marketan kîloya firingiyan bûye 6-7 TL. Gava em bi lîreyekê bifiroşin em ê nikaribin vî karî bikin. Piştgiriya me jî nayê kirin. Em li benda çareyekê ne."    POLÎTÎKAYA ÇANDINIYÊ   Cotkar Erdal Kirmizi (35) ku berên wî jî di nav erd de mane bal kişand ser polîtîkaya çandiniyê û got: "Ên çandiniyê dikin çend kes mane, lê heger wisa bidome dê kes jî neke. Polîtîkayeke çandiniyê tune ye, demildest divê polîtîkayeke çandiniyê pêk bê. Hilberîner perîşan in."    DOZA HEQÊ KEDA XWE DIKIN    Fatîma Mîmkara (50) jî xwest keda jinê jî bê dîtin. Mîmkara destnîşan kir ku di şert û mercên zehmet de dixebitin û got: "6-7 meh in em her sibeh saet di pêncan de radibin û tên nav erd dixebtin. Roj heye em 9-10 saetan dixebitin. Karê jinan zehmetir e. Em di konan de dimînin. Gava em diçin malê jî kar naqede. Cilşo tune ne, em kincan bi destan dişon. Em bi zarokên xwe re mijûl dibin. Em xwarinê çêdikin. Em firaqan dişon. Mesaiya me ya ku serê sibê saet di pêncan de dest pê dike, heya 12'ê şevê didome. Lê dîsa jî heqê keda me bi dest me nakeve."    ‘EM POŞMAN BÛN'   Mîmkara bilêv kir ku dixwazin heqê keda wan bi dest wan bikeve û got: "ZIvistan hat, em ê bi qasî 20 rojên din jî li vira bin. Gava baran dibare rê namîne, her der dibe herî. Em di şert û mercine ev qasî zehmet de dixebitin, ev risqê zarokên me ye. Berê hindik bûna jî tiştek di dest me de dima, lê niha ew jî namîne. Îsal dilê me hebû em li malê bin, lê me got belkî baş be em hatin. Em poşman bûn."    MA / Emrûllah Acar