DÎSK-AR: Hejmara bêkariyê 7,9 milyon e 2021-11-10 15:50:17   STENBOL - DÎSK-AR daxuyand ku hejmara kesên bêkar 7,9 milyon e û ji sedî 29,7'ê vê hejmarê jin in.    Navenda Lêkolînê ya Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Şorşeger (DÎSK-AR), “Rapora Menzera Bêkarî û Îstîhdamê” belav kir. Di raporê de bal hat kişndin ku di navbera daneyên bêkarî yên TUÎK û ÎŞKÛR’ê de cudahî henî.    Di raporê de hat gotin li gorî daneyên ÎŞKÛR’ê ya meha îlona 2021’an di salekê de 219 kes li hejmariya bêkariyê zêde bûne û li gorî daneyên TUÎK’ê jî 106 hezar kêm bûye. Cudahiyên di navbera daneyên ÎŞKÛR û TUÎK’ê de salane 379 kes in.    Di raporê de hat destnîşankirin ku hejmara bêkariyê ya berfireh 7,9 milyon kes in û ji sedî 29,7’ê vê hejmarê jin in. Di raporê de hat gotin ku li gorî daneyên hêza kar a mehane ya TUÎK’ê de pêlên cidî hene.