Esnafê ku bertek nîşanî zeman da hat girtin 2021-11-14 09:39:09   WAN - Li Wanê, bi hinceta ku qedexeya çalakiyan a walîtiyê bin pê kiriye esnaf Abdullah Onar hat binçavkirin.    Abdullah Onar ku beriya li ser kolana Beşyol a Wanê mîqrefonê dabû destê xwe û gotibû: "Dewlet li kudere? Wezîr li kudere? Şornokê ku min beriya 3 rojan bi 9 TL'yan kirîbû bûye 15 TL." û bal kişandibû ser qrîza aborî, li heman kolanê careke din bi heman rêbazê bertek nîşanî zeman da.      'HER ROJ ZEM WÊ ÇAWA BIBE?'   Onar ku bi etariyê debara xwe dike, di dîmenên wî yên hatine kişandin de Parlamenterê AKP'ê Abdûllah Arvasi, vexwend ku li marketekî dan û standinê bike. Onar, mîqrefonê dirêjî gel jî dike û dibêje ku tenekekî rûnbûye 400 TL. Dema ku Onar diaxive welatiyek din dikeve navberê û ev tişt dibêje: "Welalî bîleahî em nikarin tenekekî rûn bikirin." Di berdewama axaftina xwe de Onar, ev tişt dibêje: "Ez diçime gundan, şerm dikim û vedigerim. Xurmayên ku duh bi 60 TL'yî kirî niha bûye 70 TL. Dewlet li kudere? 3 kîlo û nîv şornokên ku min bi 32 milyonan dikirî niha bûye 70 TL. Her roj zem zem wê çawa bibe?"   POLISAN MÎQREFONÊ BI ZORÊ JI ONAR GIRTIN Û EW BINÇAV KIRIN   Dema ku Onar diaxivî, pollisan xwest ku mîqrefona xwe bigire. Onar, got ku qrîza aborî û zeman şermezar dike û wê bêdeng nebe û bertek nîşanî mudaxaleya polisan da. Li ser vê polisan mîqrefonê bi zorê ji destê Onar girtin û bi hinceta qedexeya çalakiyan aWalîtiya Wanê wî binçav kirin.    Piştî ku îfadeyê Onar li emniyetê girtin wî berdan.