Serhildana etar didome: Ma dibe ku heta serê sibehê 5 TL zem bê ser tiştekî? 2021-11-15 10:38:32 WAN - Etar Abdullah Onar ku bi şermezarkirina zeman tê nasîn, bertek nîşanî binçavkirina xwe ya ji ber şermezarkirina qrîza aborî da û ev pirs kir: "Ma ji êvarê heta serê sibehê 5 TL zem dibe?" Etar Abdullah Onar ku şermezarkirina qrîza aborî û zeman a bi mîqrefonê tê nasîn, vê carê li Wanê zeman şermezar kir. Onar, li Kolana Beşyolê ya herî bi tevger a Wanê serî li dijî qrîza aborî serî hilda. Onar jî para xwe ji qedexeyên çalakiyan a Walîtiya Wanê girt. Onar, duh serîhildana xwe (14'ê mijdarê) cara duyemîn biribû Kolana Beşyolê û bang li Parlamenterê AKP'ê yê Wanê Abdûllah Arvasi kiribû ku li marketê dan û standinê bike. Onar, bal kişandibû ser tenekeya rûn a bi 400 TL'yî ev pirs kiribûn: "Xurmeyên min duh êvarê bi 60 TL'yî kirîbû, niha bûye 70 TL. Dewlet li kudere? 3 kîlo û nîv şornokên ku min wan bi 32 TL'yan dikirî, nîha bûye 70 TL. Her roj zem wê çawa bibe?"    Polisan, duh mudaxaleyî serîhildana êtar kiribûn û bi hinceta qedexeya çalakiyan a Walîtiya Wanê bi zorê mîqrefonê ji destê wî girtibûn û ew binçav kiribûn. Onar ku piştî girtina îfadeyên xwe duh hatibû berdan ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.        KES NAN NABE MALA XWE   Onar, bi bîr xist ku beriya niha jî li Agirî û Kolana Beşyolê bi heman rengî çalakiyên şermezarkirinê li dar xistiye û wiha got: "Ji ber zeman gel nikare dan û standinê bike. Berhemek êvarê bi 10 TL'yî serê sibehê dibe 15 TL. Kîloyek xurme rojek 60 TL ye rojek piştre dibe 65 TL.  Ma dibe ku heta serê sibehê 5 TL zem bê ser tiştekî? Ez diçim gundan, nikarim eşyayan bifiroşim. Hatim navenda bajar û vê rewşê şermezar kir. Bila dewlet û gel dengê min bibihîze. Kes nikare nan bibe mala xwe. Torbeyek ard bûye 250 TL! Bila parlamenter ji kursiyên xwe derkevin, werin binerin, dan û standinê bikin û rewşa gel bibînin. Ji bo dewlet çareseriyekê ji vê rewşê re bibîne ez protesto dikim. Qutiyeke cîpsên zarokan ku min 60 TL dikirî, bûye 75 TL."    'EZ Ê PROTESTOYA XWE BIDOMÎNIN'   Onar got ku ew mafdar e û bertek nîşanê zemên li pey hev ên nava rojê da û ev tişt anîn ziman: "Bi armanca şermezarkirinê tiştên ku nikaribûm bifiroşim min belaş belav kirin. Nikarim bifiroşim. Bila gelê min bixwe. Min xurmeyan bêpere belav kirin. Kes dengê min nabihîze. Şerm dikim ku bibêjim zem hatiye. Bi xesarê difiroşim. Min tiriyê kîloya wî 22 TL'yan girt, bi 20 TL'yan firot. Her roj, her roj zem nabe. Ez ê protestoyan bidomînim, bila çareseriyekê bibînin."   MA / Dîndar Karataş